Li Amedê Rojên Hunerê destpê dikin

5. Rojên Hunerê yên ku bi hevkariya Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwîn pêk tê, di 28-30 Hezîranê de destpê dike.

5. Rojên Hunerê bi hevkariya Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwîn van rojên pêş me wê pêk were. Di çalakiyan de ku wê berxwedan jî lê were slavkirin, ji Konservatuara Aram Tîgran, Kanîwar, bang li gelê Amedê kir xwe tevlî Rojên Hunerê bikin.

Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwîn 5. Rojên Hunerê wê di 28- 30’ê Hezîranê de lidar bixîne.

Kedkarê Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar diyar kr, Rojên Hunerê yên ev çar sal in li dawiya salê pêk tê, îsal bi hevkariya Akademiya Cegerxwîn wê were lidarxistin. Kanîwar ev agahî dan:

"Berhemên xwendekarên me ku ev sê çar sal in di bin banê konservatuara me de, di baskên cihên hunerê de perwerde dîtine, 28-30’ê Hezîranê di bin navê Rojên Hunerê de ku îsal wê bi hevkariya Konservatuara Aram Tîgran û Akadamiya Cegerxwîn pêk were, xwe bigihînin gel. Roja pêşî ya bernameyê bi giştî me ji bo çalakiyên zarokan veqetand. Ji bo vê jî peşî berhemên ku xwendekarên Aram Tîgranê ku di atolyeyên şêwe û sêwirîn de derketine holê wê werin pêşandan. Piştî pêşangehê bi du orkestrayan pêşî wê Orkestraya Rîtma Xweristê ku ji 150 zarokî pêk tê û piştî wê bi 20 deqeyan jî Orkestraya Aram Tîgran a Zarokan a ku ji 110 zarok, piyano, keman, tembûr û rîtmê pêk tê, wê li dikê cihê xwe bibîne. Dîsa di 28’ê mehê de pêşangeha bi navê xêz û pirsek a xwendekarên şêwekariyê yên Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwînê li hêwana pêşangehê ya Akademiya Cegerxwînê wê xwe bigihîne şêwekarhezan. Piştî van pêşangehan ekîba me ya lîstikên gel wê performansa xwe nîşan bide. Di 30’ê mehê de jî em ê konsera xwe ya fînalê lidar bixin.

DENGBEJIN CIZÎRÎ WÊ BIBIN MÊVANÊ RÛMETÊ

Kanîwar diyar ki ku di konsera fînalê de ku wê li Akadamiya Cegerxwînê pêk were wê sê performansên cihê werin nîşan dan û wiha berdewam kir: 

"Ya pêşî wê performana orkestraya jinan be. Îsal di bin banê akademiyan de cara pêşî xebatên orkestraya jinê pêk hat. Ev orkestraya ku ji 34 kesan pêk tê wê pratîkên xwe yên giranbuha û resen di rojên hunerê de nîşan bidin. Her endama orkestraya jinê di heman demê de endama orkestraya giştî ye. Ya duyê, wê 7 deqeyan performansa defê were nîşandan ku ev 8 meh in li atolyeya defê ku li Aram Tîgranê li ser dihate xebitandin. Ya sêyê jÎ mêvanê rûmetê û orkestrya Akademiya Cegerxwîn e.

Di nav çarçoveya Rojên Hunerê de, wekî beşa muzîkê her sal me wekî mêvanê rûmetê bang li hunermendekî dikir ku di muzîka kurdî de xweyî kedê ye. Mînak sala pêşî me bang li Tara Jaff, sala duyê me bangî Egîdê Cimo û sala sêyê jî bang li Ayfer Duzdaş û sala çarê jî me bang li Mîkaîl Aslan kir. Îsal jî ji bo xwedîderketina li berxwedana Cizîrê û bi armanca bibîranîna kesên ku di vê rêyê de şehîd ketine em ê dengbêjên Cizîrê bikin mêvanê xwe. Herî dawî orkestraya akademiyê bi kadroyeke 65 kesî wê  bi xwendina  newayên xwe performansê nîşan bidin.

'HUNER JIYAN'

Şêrko Kanîwar diyar kir ku divê êşên ku Kurd niha dijîn neyê jibîrkiin û got: "Li hêlekê ji bo ku em ji êşên xwe aqil bigirin û ji hêla din ve jî ji bo ku em heq ji vê travmaya van êşan derkevin û asayî bibin hewceyî pê heye ku em giyanê xwe bi hunerê têr bikin. Ji bo vê sedemê jî bêyî ku cihêtiyê têxin navberê em bang li jin zarok, xort û kalan dikin ku xwe tevlî rojên me yên hunerê bikin."

...