Li Amedê Navenda Çanda Ronahîyê

Li Amedê Navenda Çanda Ronahîyê

Li Amedê navendeke çandî bi navê Ronahî vebû. Ev navend dê di gelek warên çandî û bi taybet jî wêjeyî de xebatan bide meşandin.

Navenda Çand û Wêjeyê a bi navê Ronahî demek beriya niha li Amedê bi merasîmekî hat vekirin. Piştî navend hat vekirin, me li ser xebat û armancên navendê bi berpirsê navendê nivîskar Mihemed Ronahî re guftugoyek pêk anî. Mamoste Ronahî ku derbarê xebatên xwe de agahî da diyar kir ku bi boneya li Amedê pêdiviyek bi vê xebatê hebû wan ev navend vekiriye û wiha domand: “Em bi wê baweriyê ne ku pêdiviyeke mezin bi vê xebatê heye. Lewre kurd bindest in û pêdiviya tu neteweyekê bi qasî kurdan bi xebatên çandî nîn e.”

JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA PIŞAVTINÊ

Ronahî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên metînger yên desthiladtar kurd her roj zêdetirê ji çanda xwe dûr dikevin û ev tişt lê zêde kir: “ Ji ber ku kurd di bin pergala desthilatdaran de ne û her roj bi awayekî bêtir dûr dikevin ji çanda û jiyana xwe ya kurdewar. Ev xebat çiqas werin kirin dê ew qasî pêşgirî li vî pişaftinê were girtin.”

PROJEYÊN KARGEHÊ WÊ BÊN MEŞANDIN

Mamoste Ronahî der xebatên xwe yên dê bidin meşandin de jî hin agahî bi me re parvekirin. Ronahî anî ziman ku ew di warê çandî û wêjeyîde di gelek kargehên cur bi cur de perwerdeyê bidin gel û wiha pêde çû: “Wek Navenda Ronahî’yê me gelekî proje dane ber xwe û em bi van projeyan hêvîdar in ku bi qasî kurmoriya Îbrahîm pêxember be jî em bikarin sûdê bidin gelê xwe. Projeyên me bi giranî projeyên kargehî ne.”

SÊ ZARAVAYAN KARGEHA ZIMAN

Ronahî da zanîn ku wê ev kargeh werin vekirin. Kargeha Zimên. Di bin bane kargeha zimên de dê jî dê kursên zaravayên, Kurmancî, Zazakî û Soranî bên dayîn. Dîsa di Kargeha Wêjeyî de jî lêkolînên Leksîkolojiyê (ferhengnasî) bên meşandin.

DERSÊN NIVÎSKARIYÊ

Li gel van di navendê de wê di Kargeha Wêjeyê de dê dersên Şêwra xwendina berhemên kurdî û dersên nivîskariya kurdî dê bên dayîn. Ji bîlî van Nivîskar Ronahî ragihand ku di nava projeyên wan de Danasîn û firotina pirtûkên kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî), derxistina kovarên Qerfî û Rexneya Wêjeyî jî hene.

Navend li Semta Ofîsê kolana Ogretmen, Apartımana Ferayê li benda wêjeheza ye.