Li Amedê 'Daweta bi xwîn'

Li Amedê 'Daweta bi xwîn'

Şanoya Bajarê mezin a Amedê (DBŞT) lîstika bi navê ‘Daweta bi Xwîn’ ya nivîskar û helbetskarê Spanî Federîco Garacîa Lorca amade dkir. Provaya lîstikê hate kirin. Promiyera lîstikê jî di 11’ê cotmehê de ye.

Lîstikvanên DBŞT amadekariyên xwe yên sezona nû temam kir. lîstika bi navê ‘Daweta bi Xwîn’ derhêneriya wê Ferhat Keskîn kir û koreografiya wê jî Serhat Kural kir. Lîstîka ku ji aliyê temaşevanan ve gelek hate ecibandin promiyera wê di 11’ê cotmehê de li DBŞT dê bê nîşandan.

Di lîstikê de , çîroka keçekike ku roja bi kesekî din re dizewice, bi hezkiriyên xwe re direve û di navbera malbatande jî pevçûnên dijwar derdikeve û gelek mêr tên kuştin. Bi taybetiya xwe jî navê lîstikên ‘Daweta bi Xwîn.”