'Li Ameda Kevin Dewlemendiya Çandî'

'Li Ameda Kevin Dewlemendiya Çandî'

Li Amedê pêşengeha “Li Ameda Kevin Dewlemendiya Çandî” hat vekirin. Di pêşengehê de wêneyên çandên cuda yên li Amedê jiyane tên nîşandan.

Di çarçoveya 3’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Amedê ya TUYAP’ê de ku di 22’yê gulanê de destpê kiribû û îro jî bi dawî dibe, li salona fuarê pêşengeha wêneyan a bi navê “Li Ameda Kevin Dewlemendiya Çandî” hat vekirin.

Pêşengeh bi kuratoriya Osman Koker, bi piştevaniya Weşangeriya Bîrzmanlar, Çanda Anatolyayê û Global Dialogue ve hatiye amadekirin. Di pêşengehê de wêneyên malbatên ermeniyan, suryaniyan, jinên êzidî ên dema berê li Amedê dijîn, qeşeyên Kapusenan ên girêdayî Dêra Katolîkên xiristiyan, zeneatên berê li Amedê dihatin kirin, şunwar û berhemên dîrokî yên wê demê, tên nîşandan. Pêşengeha ku nirxên çandî yên gelên li Amedê dijîş radixe pêş çavan rastî eleqeyek baş hat.