Li 8 bajaran pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî

Li 8 bajaran pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî

Li Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Amed, Wan, Riha, Eskîşehîr û Bedlîsê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî gelek bernameyên cuda pêk hatin. Di bernameyan de hate diyarkirin ku hêmane herî bingehîn ya civakê ziman e û hate xwestin ku hemû kes li hemberî asîmîlasyona ziman derkevin.

EDENE

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Edene bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî li Parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê û ÎHD'ê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî" hate vekirin û dowîzên "Em perwerdeya bi kurdî dixwazin", "Bê zûnî jiyan nibeto" û "Cejna zimanê kurdî pîroz be" hatin hilgirtin. Li ser navê KURDÎ-DER'ê Mehmet Seven bi kurdî daxuyanî xwend û diyar kir ku di dîroka hemû gelan de rojên girîng hene. Seven, anî ziman ku 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî ji wan rojan yek e. Seven, da zanin ku di serdema AKP'ê de qedexe û înkara ziman zêde bûye. Seven, bilêv kir ku gelê kurd dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û têkoşîna vê yekê dide.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê ji bi heman armancê bi 2 zaravayên kurdî daxuyanî hate dayîn. Rêveberên BDP û ÎHD'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniya li avahiya KURDÎ-DER'ê pêk hat bûn. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Selahattîn Çam, diyar kir ku divê kurdî bê axaftin û xwendin û wiha got: "Hemû ziman weke gulên li baxceyan in. Divê ziman neyên windakirin. Em ji xwedî li 5 zaravayên kurdî derdikevin." Rêveberê KURDÎ-DER'ê Mehmet Seyîtoglu jî bi zaravayê kurmançkî daxuyanî xwend bal kişand ser dewlemendiya zimanê kurd. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Musa Kulu jî bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê.

ÎZMÎR

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Îzmîrê jî ber Konak Pîer heta Sumerbankê meşek li dar xist. Di meşê de pankrata "Êdî bes e em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin" hatin vekirin û bi zaravayên Kurmanci û Kurmanckî dowîz hatin vekirin û li gel vê yekê bi erebî, ermenî, îngîlîzî, tirkî, rusî û suryanî jî dowîz hatin vekirin. Piştî re Nûnerê KURDÎ-DER'ê Mustafa Borak, daxuyanî xwend û diyar kir ku Cejna Zimanê Kurdî bi hêsanî nehate qezenckirin.

AMED

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erxaniyê jî bi heman armancê xwest meşekê li dar bixe lê polîsan meş asteng kir. Di daxuyaniya li ber avahiya KURDÎ-DER'ê hate dayîn de bertek nîşanî astengiya polîsan hate dan. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Erxaniyê Servet Pala, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn.

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê di pêşengiya KURDÎ-DER'ê de girseyaku li Parka Musa Anter a Aştiyê kom bûn meşek bi girseyi pêk anîn. Beriya meşê polîsan bi TOMA Akrep û maşîneyên zirxî park dorpêç kir û tedbîrên mezin girt.

Li parka Musa Anter Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçar û Adil Kurt, Şaredarê Wanê Bekir Kaya, rêveberên BDP'ê nûnerên KESK, DÝSK'ê û gelek kesên din amade bûn. Girsê di meşê de pankarta "15'ê gulanê cejna zimanê Kurdî pîroz be" vekir û dowîzên "Bi kurdî biaxive û bixwîne" ve "Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin" bilind kirin. Girsê di meşê de bê navber "Bê ziman jiyan nabe" berz kir. Girse bi dirûşmeyan heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan. Meş ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Piştî niqaşan girse dîsa meşiya û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.

Li zer navê KURDÎ-DER'ê Levent Urun, astengiya li pêş meşê şermezar kir û wiha got: "Di dîrokakomarêde her tim zimanê kurdî, Laz, Çerkez û zimanêdin hatin tunekirin. Her dim dewletê zimanên din tune hesibandin û înkar kir. Em dixwazin êdî zimanê kurdî bibe zimanê fermî û nasnameya kurdan ji aliyê makeqanûnê ve bê qebûlkirin."

RIHA

KURDÎ-DER'a Rihayê bi minasebeta Cejna Ziman li avahiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê komeleyê Omer Yardimci, daxuyanî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku ev roj ji bo kurdan rojek pîroz e. Yardimci, destnîşan kir ku divê zimanê zikmakî û statuya kurdî di makeqanûna nû de cih bigire û her wiha divê bi zimanê zikmakî perwerdê bê dayîn.

ESKÎŞEHÎR

Ji hêla BDP'a Eskîşehîrê ve li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de qala girîngiya cejna ziman hat kirin. Serokê BDP'ê Ayhan Tepe, diyar kir ku ligel polîtîkayên dagirker, kedxwarî û asîmîlasyonê her tim zimanê xwe parastiye. Tepe, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala perwerdê û da zanîn ku ev pergala 4+4+4 tê wateya ji holê rakirina zimanê zikmakî. Tepe, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kurd bi têkoşîna xwe niha hatiye asteke girîng û dê wekî her car jî têkoşîna xwe ya azadiyê bênavber bidomîne.

BEDLÎS

Bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê li ber avahiya AVM'ê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta '15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be' û 'Kerem bikin em bi hev re zimanê xwe fêr bibin' hat vekirin. Rêveberê KURDÎ-DER'ê Abdulhakîm Kartal axivî û bal kişand ser polîtîkayên ser ziman û têkoşîna ku ji bo ziman tê dayîn.