Kursiyerên yekemîn kursa ermenkî belgeyên xwe wergirtin

Kursiyerên yekemîn kursa ermenkî belgeyên xwe wergirtin

Kursa Zimanê Ermenkî ku Şaredariya Surê di çarçoveya Şaredartiya Pir Zimanî de vekiribû yekemîn mezûnên xwe da.

Merasîma belgedayînê li Mala Hunerê ya Şaredariya Surê ya li Semta Sûrîçî hat lidarxistin. Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, Şaredarê Navçeya Surê Abdullah Demîrbaş, Serokê Komelaya Ermeniyan Ergun Ayik, Serokê Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Surê Adnan Akgul, Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahin, Serokê Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî Hayrettin Altun, Nivîskar Şehmûs Dîken û gelek mêvan tevli merasîmê bûn.

Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş li axaftinek kir û got ku ew deyndarê gelan in. Demîrbaş di berdewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Em hemû deyndarê gelan in. Gelên qedîm yên li ser vê axê dijîn; kurd, ermenî, suryanî û yenê din îro hatine vî halî. Em di wê baweriyê de ne ku em dê bi van xebatan gelek tiştên baş bi afirînin. Ev di behrê de dilopek e. Em ji deynê xwe yê dîrokî dilopekî îro razî dikin. Em bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û Birêz Ergun re niha xebata restorasyonkirina Dêra Ermeniyan dikin.”

Demîrbaş, diyar kir ku ew ji bo xwe çi dixwazin se ji bo gelên qedîm yên din jî wiya dixwazin û wiha domand: “Em ji bo xwe çi bixwazin se ji bo gelên qedîm ên em bi wan re dijîn re jî wiya dixwazin. Em dê viya bikin ev deynî stuyê me ye.”

Di merasîmê de piştî dayîna belgeyan ji Şaredar Abdullah Demîrbaş, Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, Alîkarê Şaredar Mehmet Alî Altinkaynak û Serokê Akademiya Ziman a Ehemdê Xanî Hayrettin Altun re ji ber xizmetên wan plaket hatin dayîn.

Bername bi kokteyl û muzîkê bi dawî bû.