Kurdistan Report 30 salî ye!

Kurdistan Report 30 salî ye!

Kovara Kurdistan Report a ku pêşketinên li Kurdistanê bi zimanê Almanî ji raya giştî ya Ewropayê re radigihîne, bi hejmara xwe ya ku 30 saliya xwe pîroz kir. Kovar ji 1982’yê ve bi awayeke rêkûpêk derdikeve. Kovarê di hejmara xwe ya yekemîn de berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’yê ji raya giştî ya cîhanê re ragihandibû û di hejmara xwe ya dawiyê de jî cih da grevên birçîbûnê ya girtiyên Kurd.

Kurdistan Report yek ji weşanên herî demdirêj li Ewropayê weşana xwe berdewam dike ye. Kovar mijdara 1982’yê ji aliyê komek biçûk a Kurdan ve bi Almanî hatibû destxistin. Kovarê bi berxwedana 14’ê Tîrmehê ya dest pê kiribû û “Berxwedana Rojiya Mirinê” kiribû berg.

Kovarê 30’emîn salvegera xwe pîroz kir û vê carê jî cih da “berxwenanek din a zîndanê”. Kovarê di vê hejmara xwe de jî cih da grevên birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ji 12’yê îlonê ve dest pê kiriye û bi dirûşima “Gihandina pirsgirêka Kurd bo Ewropayiyan” derbarê rewşa girtî û greva birçîbûnê de raya giştî ya Ewropayê agahdar dike.

Kovar gihişt hejmara xw2e ya 164’emîn. Kovarê di vê hejmara xwe de cih dide hevpeyvîneke berfireh a bi Serokê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan û ev nivîs têde cih digitin: "Osloyek duwemîn?" (Zubeyir Aydar), "Derbeya Postmodern a AKP’ê" (M.Miraz Çallı), "9’ê Cotmehê jî parçeyek ji Projeya Mezin a Rojhilatanavîn bû " (Dr.Haluk Gerger), "Gelo hîna jî pêwîstiya me dê bi Tirkan hebe?" (Martin Dolzer), "Xwezaya Rojhilatê Kurdistanê ya di Xeteriyê de" (Ercan Ayboga), "Rêwitiya li Herêmên Gerîlayan" (Nick Brauns).