Kurdish Lover di perdeya spî de ye

Kurdish Lover di perdeya spî de ye

Filma derhêner Clarisse Hahn a bi navê “Kurdish Lover” a ku jiyana malbatek Kurd a li Bakûrê Kurdistanê vedibêje, derket pêşberê temaşevanên sînemayê.

Filma Kurdish Lover saetek ku 38 deqe ye, tevî rojnameyên Le Monde, Liberation û L’Humanite, çapemeniya Frensî cihek berfireh da film. Ev film weke navê xwe qala evînek tê zanîn nake, hezkirina di nava malbateke Kurd a li Kurdistanê de vedibêje.

Derhêner Clarisse Hahn jiyana rojane ya xesûyekê di filma xwe de cih kiriye. Filma Kurdish Lover di Mihrîcana Clermont-Ferrand Xelata Mezin û di mihrîcana filmên frensî ya Belfortê de jî xelat wergirt.

Rojnameya Le Monde cihek berfireh da film û bi sernava “Li Kurdistanê kamerayek pir subjeftîf”, rojnameya l’Humanite jî bi sernava “Jiyana Kurdan a bi awayê brut” bi kar anî.

Derhêner li Parîsê li rastî hevalek xwe tê û bi vî awayî “welatek neyî” kefiş dike, bi gotineke din; Kurdistana ku di nava şer û xizaniyê, jiyana di navbera kevneşopî û nûjeniyê de maye, vedibêje.

Temaşevan dikarin di film de, carna li rastî demên tund ên malbata Kurd, carna keyfxweş, carna jî bûyerên tirsnak bên. Di film de têkiliyên kevneşopî yên jin û mêrên Kurd jî radixe ber çavan.

Derhêner Hahn di hevpeyvîna da rojnameya Le Mondeyê de got; “Min beriya her tiştê jinan kişand. Li wir dayîk û zaroke rolek girîng dileyîzin. Lê bavê malbatan, di hawirek baviksalarî de ji kamerayan nerehet bûn, weke ku kontrolê wenda kiribin... Jinan gelek caran bala xwe nedidan ser vê yekê jî!”