Kurdî di dibistanên Rojava de dibe fermî

Kurdî di dibistanên Rojava de dibe fermî

Saziya Ziman û Perwerdehiyê (SZP) ya Rojava, diyar kir ku ew armanc dikin li seranserê Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî di dibistanan de bi awayekî fermî wekî waneyek bingehîn bidin û banga serferberiya perwerdehiya bi kurdî kir. SZP’ê got; “Bi vê boneyê erêkirina Desteya Bilind ya Kurdên Rojava herwiha tevlîbûn, alîkarî û piştgiriya her malbatekê pir girîng e.”

SZP Rojava, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kurdistan hatiye parçekirin û di bin nîrê koledariyê de tê perçiqandin, bi vê ve girêdayî ziman, çand û dîroka gelê kurd hatiye bişaftin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi despêkirina têkoşîna rizgariya netewî re rewşa gelê kurd hatiye guhertin û di vê rê de gelek bedelên mezin hatine dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê dibin navê xweseriya demokratîk de pêş dikeve û ber bi serkeftinê ve diçe. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoya şoreşê tê jiyandin û hate bibîrxistin ku gelê li Rojava dibin Desteya Bilind a Kurd de bûye yek, her wiha di her warî de rêxistinên xwe ava dike û gav bi gav xweseriya demokratîk ava dike. Hate diyarkirin ku di rewşekî wiha de xwedî derketina li nirxên xwe, erka her kesê/î ye.

LI HER DERÊ PERWERDEYA KURDÎ Û AMADEKIRINA MAMOSTEYAN

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêkanîna van tiştan zanabûnek kûr û perwerdeyek bingihîn pêwîste û hate diyarkirin ku Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ji niha ve dest bi xebat û amadekariya perwerdehiya bi zimanê Kurdî kiriye. Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: "Saziya ziman li tevayî bajarên ji bin destê rejîmê hatîn rizgarkirin û bajarên din ên welatiyên me lê dijîn dest bi xebatên perwerdehiya bi kurdî kiriye. Li her bajarekî bi dehan û sedan mamoste û ciwanên me ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî tên perwerdekirin û ji bo mamosteyî tên pêşxistin.”

'EM Ê ZIMANÊ KURDÎ BIKIN ZIMANÊ PERWERDEYÊ'

Di daxuyaniyê de der barê armancê de wiha hat gotin; “Armanca me ew e kû li seranserê Rojava di dibistanan de zimanê Kurdî bi awayek fermî wekî waneyek bingihîn û sereke bidîn destpêkirin. Bi vê boneyê erêkirina Desteya Bilind ya Kurdên Rojava herwiha tevlîbûn, alîkarî û piştgiriya her malbatekê pir girîng e. Erk û berpirsyariya vê perwerdeya bi zimanê Kurdî dikeve ser milê hemû rewşenbîr, hûnermend û kesayetên pêşverû."

Di dawiya daxuyaniyê de banga, "Werin em bi hev re seferberiya perwerdeya bi zimanê Kurdî bidîn destpêkirin, pêşengiya wê bikîn û serkeftiiknê mîsoger bikîn" li hemû kesî/ê hate kirin.