Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Kurdên li Ewropayê ber bi Mannheimê ve diherikin

Kurdên li Ewropayê ber bi Mannheimê ve diherikin

Kurdên li her çar aliyên Ewropayê dijîn, ji bo beşdarî Mihrîcana 20’emîn a Çand Hunerê ya Kurdan a Navneteweyî bibin ber bi bajarê Almanya Mannheimê ve diherikin.

Kurdistaniyên li welatên weke Almanya, Franse, Belçîka, Holanda, Swîsre û welatên Îskandinavyayê bi otobusan berê xwe dan bajarê Mannheima Almanyayê. Kurdistanî li Mannheimer Maimarktgelände a ku dê mihrîcan lê bê li dar xistin, bi kincên xwe yên neteweyî yên rengîn ve ji wesayîtan peya dibin û li ber dahol û zirneyan govend digerînin.

Tê payîn ku beşdarbûna mihrîcana îsal a ku diyarî Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, ji ya her salên din mezintir be.

Bernameya fermî ya mihrîcanê dê danê nîvro dest pê bike. Di mihrîcana dê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu” bê lidarxistin de, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim amade bibin. Vekirina mihrîcana ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) dê ji aliyê Koma Serokên Aramê Tîgran ve bê kirin. Bernameya mûzîkê ya mihrîcanê jî pir dewlemend e; Koma Berxwedan, Servet Kocakaya, Çopî, Şengul, Alî Mansur, Grup Baran, Koma Erbanê, Koma Teq û Req dê derbikevin ser dikê.