Kurdan û Belçîkiyan li 'Bakur' temaşe kirin

Li Brukselê, di çarçoveya 15. Festîvala Fîlmên Welatên Derya Spî (Cinema Mediterraneen) a navbera 4-12'ê Kanûnê de, li gelek fîlmên sînema û dokûmanter hatin nÎşandan.

Dokûmantera Bakur a li paytexta Belçîka Brukselê hat nîşandan, ji aliyê Kurdan û Belçîkiyan ve bi baldarî hat temaşekirin.

Li Brukselê, di çarçoveya 15. Festîvala Fîlmên Welatên Derya Spî (Cinema Mediterraneen) a navbera 4-12'ê Kanûnê de, li gelek fîlmên sînema û dokûmanter hatin nÎşandan.

Di festîvalê de dokûmantera 'Bakur' a di sala 2015'an de hat çêkirin, lê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat sansurkirin, hat nîşandan. Tevî siyasetmedar û ciwanên Kurd, Belçîkiyan û endamên Komîteya Piştgiriya Rojava jî li dokûmanter temaşe kirin. Dokûmantera li ser jiyana gerîla rastî eleqeyeke mezin a ciwanên Belçîkî hat.

MAVÎOGLÛ: ME ŞÎROVEYA XWE TEVLÎ DOKÛMANTERÊ NEKIR

Ji derhênerên dokûmanterê Ertûgrûl Mavîoglû jî piştî nîşandan fîlm, derket pêşberî temaşevanan û qala fîlm kir. Mavîoglû diyar kir ku wan şîroveya xwe tevlî dokûmanterê nekirine û got, "Ji bo baş bê fêmkirin, divê sê caran lê were temaşekirin."

Bakur, têkoşîna gerîla vedibêje. Di dokûmanterê de rola girîng a jinê ya di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de tê nirxandin.