Kurd şîreta Seydayê Cegerxwîn bi cîh tînin

Kurd şîreta Seydayê Cegerxwîn bi cîh tînin

Helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn ku digot, “Xêzên me nivîsandine bi xwe ayetên kurd in. Piştî me ew dê di civatan de bêne xwendin. Kurdên me dizanin bixwe rêça me bibînin. Ma qey tu nizanî ji kulan bûme Cegerxwîn/Dermanê me ye serxwebûn bo me werînin.”, di salvegera mirina xwe de li Rojavayê Kurdistanê nehat jibîrkirin.

Helbestvanê kurd ê nemir Şêxmûs ku bi eslê xwe ji gundê Hesarê yê Navçeya Bişêriya Êlihê ye û ji ber zorda dewleta tirk sirgun bû, li gelek cihên Kurdistanê geriya, lewre jî navê xwe kir Cegerxwîn, di 28’emîn salvegera mirina xwe de li Rojavayê Kurdistanê tê bibîranîn. Helbestvanê mezin Cegerxwîn ku wekî “Seydayê Cegerxwîn” tê zanîn û êş û kederên jiyan kiribûn di rêzikên helbestên xwe de anîbûn ziman, di heman demê de şîret jî li gelê kurd û bi taybetî ciwanan kirine.

Li ser gora Cegerxwîn a di hewşa mala wî ya li bajarê Qamişlo wiha hatiye nivîsandin: “Meyger tu bênir ez li dinê her wekî fîlm/ şova ku me ajotiye, tovê xwe diçînin/ Xêzên me nivîsandine bixwe ayetên kurd in/ Piştî me ew dê di civatan de bêne xwendin. Kurdên me dizanin bixwe rêça me bibînin/ Ger ez bimirim axa cebana me bixwî tev/ Mizgîn ji welat ji bo me di gorê de bişînin/ Ma qey tu nizanî ji kulan bûme Cegerxwîn/Dermanê me ye serxwebûn bo me werînin/”

Belkî Cegerxwîn bixwe nedît, gotinên wî bicîh tên û niha jiyanek azad li Rojavayê Kurdistanê tê hunandin. Gelê li vir û bi taybetî jî ciwanên Rojavayî niha vê şîreta Cegerxwîn bicîhtînin.

XWENDEKARAN JI BÎR NEKIR

Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, bi minasebeta salvegera mirina Cegerxwîn, li Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo semînerek li dar xist. Di semînera ku li ser jiyana cegerxwîn hate rawestîn de, xwendekaran her wiha helbestên Cegerxwîn xwendin.

Endamên Konfederasyona Xwendekaran herwiha li ser gora Cegerxwîn jî merasîmek bîranînê lidar xist. Xwendekarên ku gul danîn ser gora Cegerxwîn, deqeyek rêz girt û têkildarî mijarê axaftin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku konfederasyona ciwanan girîng dibîne ku xwedî li bîranîn û berhemên Cegerxwîn û hemû hunermendan derbikeve. Herwiha hate gotin ku dê xwendekar vê mîrateya dewlemend biparêz e.

Xwendekaran piştrî merasîmê jî hewşa mala Cegerxwîn şuşt.

Li aliyê din Navenda Çanda Mehemet Şêxo jî, dê sibe bi heman armancê merasîmek bîranînê li dar bixe.