Kurd dê li Mannheimê meşa azadiyê silav bikin

Kurd dê li Mannheimê meşa azadiyê silav bikin

Kurdên li her çar aliyên Ewropayê dijîn, dê di Mihrîcana 20’emîn a Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya ku roja şemiyê dê li bajarê Mannheima Almanyayê bê lidarxistin li hev kom bibin. Serokê Giştî yê YEK-KOM’ê Yuksel Koç da zanîn ku hemû amadekarî hatine qedandin û got; “Kurd dê roja şemiyê meşa azadiyê silav bikin. Divê her kurdê ku beşdarî mihrîcanê bibe, hevalek xwe bi xwe re bîne.”

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, dê di 8’ê îlonê roja şemiyê de li bajarê Almanya Mannheimê di di Mihrîcana 20’emîn a Çand û Hunerê ya Navneteweyî de li hev kom bibin. Di mihrîcana dê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu” bê lidarxistin de, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim amade bibin.

Vekirina mihrîcana ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) dê ji aliyê Koma Serokên Aramê Tîgran ve bê kirin. Bernameya mûzîkê ya mihrîcanê jî pir dewlemend e; Koma Berxwedan, Servet Kocakaya, Çopî, Şengul, Alî Mansur, Grup Baran, Koma Erbanê, Koma Teq û Req dê derbikevin ser dikê.

Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç der barê xebatên mihrîcanê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku ji trafîkê bigire heta xwarinê, heta tenduristiyê hemû amadekarî hatine kirin. Koç da zanîn ku divê roja şemiyê Mannheim bi rengên neteweyî yên Kurdan bê xemilandin.

DIRÛŞIMA SEREK AZADIYA OCALAN E

Koç da zanîn ku divê Kurd Mannheimê vebiguherînin şahiya biratiyê û got; “Divê teqez dengê me bigihe her çar parçeyên Kurdistnaê. Tenê beşdarbûna Kurdan bes nîne. Divê hemû Kurdistanî beşdar bibin û bi xwe re cîranek, dostek hevalek xwe yê Alman, Frensî, Belçîkayî, Hollandayî, an jî penaber bi xwe re bînin.

Koç da zanîn ku dirûşima sereke ya mihrîcana “Azadiya Ocalan e û got; “Em dixwazin bi coşa xwe peyamê bidin her kesê. Divê em ji bilî hêzên mêtînger ên li Kurdistnaê peyamê bidin hêzên din, bidin Berlînê, Washingtonê û Brukselê. Em ê vê peyamê bidin; Pêvajoya ku we beriya 100 salan dispart kurdan, hûn îro nikarin bispêrin. Êdî Kurd naxwazin bê nasname û bê statu bijîn.”