Komîteya Ziman a KCK: Li Rojava şoreşa ziman çêdibe

Komîteya Ziman a KCK: Li Rojava şoreşa ziman çêdibe

Komîteya Ziman û Perwerdehiya KCK’ê bi daxuyaniyekê vekirina dibistanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê silav kir û got; “Bi sedan dibistan û bi hezaran mamosteyan ve yên ku dest bi perwerdehiya sala nû kirine bi ruhê serkeftina netewî û berxwedaniye ve em we silav dikin. Hêvîdar in ku ev sala nû ya perwerdehiyê bibe wesîle ji mayendebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, sekna xwîna ku li Rojhilatanavîn diherike, aşîtiyeke mayende û biratiya navbera gelan” û banga xwedîderketina li van dibistanan li gelê Rojava kir.

Komîteya Ziman û Perwerdehiya KCK’ê bi daxuyaniyekê nivîskî perwerdeya bi Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin silav kir û got; “Vekirina dibistanan û birêvebirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî qasî ku di asta şoreşê de ye, ew qas jî ji bo parçeyên din yên Kurdistanê dibe mînakeke berbiçav û ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêdivîya dayina berdêlên pêwîst û devjêlênegeriya vê pewîstiyê jî derdixe berçavan”

DI HÊMÛ QADÊN JIYANÊ DE SERBIXWEYÎ Û XWESERÎ

Komîteya Ziman û Perwerdehiya KCK’ê got; “Li coxrafya Rojhilatanavîn de, di pêşengatiya gelên de di pêvajoyeke ku pêşketinên di asta şoreşê de diqewimin, ji bo gelê kurd jî derfêtên diyarkirina çarenûsa xwe, bidestxistina destkeftên girîng û diyarkirina statuya xwe ya siyasî de gavên pir cîddî û dîrokî diqewimin. Li Bakûrê Kurdistanê bi meha Tîrmehê ve girêdayî di bin pêşengatiya gerîla de pêvajoya berxwedaniyê ya ku hatî despêkirin her roja ku derbas dibe herêmên din jî digire berfirehiya xwe û serkeftinên şoreşê garantî dike. Armanca herî sereke ya vê pêngavê jî bêgûman azadiya Rêbertiyê ye. Heta ku azadiya Rêbertiyê bê bi destxistin dê têkoşîn, berxwedanî û hewldanên serkeftinê bidomin. Şoreşaka ku şayanî vê berxwedanî û îdeayê ye li Rojavayê Kurdistanê çêdibe. Gelê me li vê qadê her roj li ser piya ye û xwedî li rûmet û nirxên xwe yê neteweyî derdikevê. Hêdî hêdî di hêmû qadên jiyanê de serbixweyî û xweseriya xwe radigihîn e. Ev têkoşaneke bi rûmet e. “

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ŞOREŞA ÇÊDIBE

Komîteyê diyar kir ku ew şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê çêdibe bi berxwedaniya çardehê tîrmehê û coş û serkeftina ku ji aliyê gerîla ve hatiye afirandin silav dikin û wiha domand; “Helwesta ku di vê mijarê de ji aliyê gelê me ve tê raberkirin ve jî teqdîr dikin. Tevahî gavên ku di vê qadê de tên pêk tên çi di qada siyasî, bîrdozî çi jî di qada avakirina xweseriya demokratîk de gavên tên avêtin di asta şoreşê de ne û xwedî nirxên pir bi rûmet in. Tiştên ku tên diqewimin di nava şoreşê de şoreş bi xwe ye. Weke ku tê gotin şoreşe gelên Rojhilatanavin e.”

JI BO PARÇEYÊN DIN DIBE MÎNAK

Daxuyaniya Komîteya Ziman û Perwerdehiyê wiha didome: “Di gel kar û xebatên meclîsan, avakirina rêveberiyên herêmî, bi rêxistinkirina xebatên konseya bilind a kurd, yekîneyên parastina gel, hewldanên damezrandina artêşeke hevbeş, yek ji wan xebatên herî girîng jî bêgûman birêvebirina kar û xebatên perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Vekirina dibistanan û birêvebirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî qasî ku di asta şoreşê de ye, ew qas jî ji bo parçeyên din yên Kurdistanê dibe mînakeke berbiçav û ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêdivîya dayina berdêlên pêwîst û devjêlênegeriya vê pewîstiyê jî derdixe berçavan.

Bi sedan dibistan û bi hezaran mamosteyan ve yên ku dest bi perwerdehiya sala nû kirine bi ruhê serkeftina netewî û berxwedaniye ve em we silav dikin. Hêvîdar in ku ev sala nû ya perwerdehiyê bibe wesîle ji mayendebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, sekna xwîna ku li Rojhilatanavîn diherike, aşîtiyeke mayende û biratiya navbera gelan.

Li Bakûrê Kurdîstanê gelê me her roj bi daxwaza perwedehiya zimanê Kurdî dema ku qadan dadigire û li beramberî hemû cureyên êrîşan rû bi rû dimîne de, li Rojavayê Kurdistanê di vê mijarê de deskeftên ku hatine bidestxistin dirokî ne. Xwedîderketina li van nirxên dîrokî û pêşdebirina wan û ev ber bi pêşerojeke azad ve birin erka herî sereke ya gelê me, mamoste û şagirtên me ye. Xwedî derketina van destkeftên ku ji aliyê cangoriyên şoreşê ku bi bexşîna xwîna wan ve hatine bi dest xistin erka me teva ya exlaqî ye. Ev emanetê ku ji aliyê cangoriyên şoreşe ve ji me re hatiye hiştin; ber bi pêş ve birin û weke regezek û pîvaneke exlaqî xwedîlêderketin û zimanê zikmakî ji tevahî bandorên der ve derxistin, resenkirina ziman û zimanê kurdî kirina zimanê jiyanê erka me teva ya sereke ye.

Em di vê baweriyê dene ku tevahî gelê me; bi taybetî jî di gel mamoste û şagirtan de, dê û bav dê di vê mijarê de hestyariya pêwîst raber bikin, xwedî li derfetên ku ji aliyê şoreşa azadiyê ve hatine afirandin derkevin, careke din li ser esasê regeza maf û azadiya yê xwedî li mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê derkevin. Di vê çarçoveyê de em şoreşa li Rojavayê Kurdistanê li ser esasê biratiya gelan silav dikin. “