Komîteya KCK’ê: Bila Erdogan lêborînê ji Êzidiyan bixwaze

Komîteya KCK’ê: Bila Erdogan lêborînê ji Êzidiyan bixwaze

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan heqaret li konferansa Êzidiyan a li Amedê li dar ket, kir û kir hedef. Li hemberî vê yekê Komîteya Bawerî û Kêmaran a KCK’ê nerazîbûn nîşan da û got; “Bila Erdogan ji Êzidiyan lêborînê bixwaze.”

Komîteya Bawerî û Kêmaran a KCK’ê der barê heqaretên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li hemberî konferansa Êzidiyan a li Amedê ji aliyê KCD’ê ve hate lidarxistin da. KCK’ê nerazîbûn nîşanî gotina Erdogan a bi awayê “Evane ayinên Zerdeştî û Êzidiyan pêk tînin” da.

Komîteyê got; “Kesê ku mirovan ji bawerî, nasnameya etnîkî û rengên wan sucdar bike, ew mirov di dîroka mirovahiyê de xweşê şîzofrenê yê herî mezin e.” Komîteyê da zanîn ku mînakên herî berçav ên vê şîzofrentiyê qirkirina Cihûyan ji aliyê Hîtler ve, komkujiyên mirovên spî yên li Efrîkaya Başûr li hemberî reşikan pêk anî û qirkirina bi milyonan Ermenî ya ji aliyê Tirkan ve ne. Komîteyê diyar kir ku navê vê yekê di huqûqa navneteweyi “sucê mirovahiyê ye” û li gelek deveran ev yek weke yekem sucê mirovahiyê di huqûqê de cih digire.

Komîteya Bawerî û Kêmaran a KCK’ê Tevger Azadiya Kurdan kêmar û baweriyên Êzidî, Elewî, Keldanî, Suryanî û Ermenî li ser vê xakê weke bawerî û çandên herî qedî dibîne û divê rêz nîşanî mavfên wan bên dayin.

Komîteyê bal kişand ku hukûmeta AKP’ê ji bo serbestberdana kujerê Hrant Dînk gelek hesaban kir û bi bîr xist ku gelê Kurd dest daye destê Suryanî, Keldanî û Ermeniyan û cara yekemîn Suryaniyek şandine meclîsê. Komîteyê bang li Erdogan kir ku divê lêborînê ji Êzidiyan bixwaze.