Komeleya Çanda Kurd a Hagenê kontreya xwe pêk anî

Komeleya Çanda Kurd a Hagenê kontreya xwe pêk anî

Komeleya Çandê ya Kurdan a ku demek dirêj e li bajarê Almanya Hagenê dixebite, kongreya xew pêk anî.

Komeleya Çandê ya Hagenê, roja yekşemê li navenda komeleyê kongreya xwe li dar xist. Nunerên Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanayayê YEK-KOM , Civata Îslamiya Kurdistanê (CÎK) û Estîtuya Kurdan beşdarî kongreyê bûn.

Piştî rêzgirtin û hilbijartina dîwana kongreyê, nunerê YEK-KOM’ê axaftina vekirinê kir. Ji Enstîtuya Kurd Mîrhem Yîgît rojeva li Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand. Piştî axaftina Yîgît, rapora xebatên komeleyê hate xweindin û gotûbêjkirin.

Di gotûbêjên di kongreyê de hatin kirin bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û banga beşdarbûna kampanya îmzeyan a ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin, hate kirin û çalakiyên greva birçîbûnê yên di girtîgehan de hate silavkirin.

Piştî gotûbêjan hilbijartin pêk hat û rêberiya nû ya Komeleya Çandê ya Kurdan a Hagenê hate hilbijartin.