Koma muzîkê ya Înkaya Çepir ya Çermsoran li Amedê ne

Koma muzîkê ya Înkaya Çepir ya Çermsoran li Amedê ne

Koma muzîkê ya Înka Çepir a Çermsoran şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr ziyaret kir. Endamên komê bi cilên xw eyên gelerî çûn serdana Baydemîr. Baydemîr diyar kir ku ‘Ew jî her tim ji xwe re dibêjin em Çermsorên Rojhilata Navînin….

Koma muzîkê ya Înka Çepir a Çermsoran li ser vexwendiyeke navendeke danûstendinê ji Ekvatorê hatin Amedê û hatin şaredariya Mezin jî.

Baydemîr endamên Kabîleya Înka bi kulîlkan pêşwazî kirin û wiha got: “Biborin min dara aştiyê îkramê we nekir. Li şuna wê qurnafîlan didim we. Ez kêfxweşim ku hun bûn mîvanê min.” Baydemîr derbarê çand û dîroka bajar de agahî da.

Baydemîr wiha pê de çû: “Gelê kurd we pir baş fêm dike. Trajediyên ku bav û kalên we jiya, kurdan jî jiyaye. Hun bizanin ku gelê kurd li hemberÎ we rêzdare. Em jî dem bi dem ji xwe re dibêjin çermsorên Rojhilata Navîn. Hêvîdarim ku rojekê ez jî bi cilên xwe yên herêmî werim bajarê we Quîto.”

Endamên komê albuma xwe diyariyê Baydemîr kirin û her wiha xişirekî ji kesk, sor, zer hatibû çêkirn jî dan Baydemîr. Baydemîr jî çenteyekê ku tê de metaryalên Amed dida nasîn diyariyê wan kirin.