KNK'ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

KNK'ê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û bang kir, ku hemû ziman û zaravayên li Kurdistanê bên parastin, pêşvebirin û li her qada jiyanê bên bikaranîn.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û roj pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, di sala 1952'ê de dema ku rayedarên Pakîstanê hewl didan zimanê Ûrdu li seranserê Pakîstanê ferz bike, komek ji xwendekar û siyasetmedarên Bengalî (Bangladeşî) li ber vê biryarê rabûn û xwestin zimanê wan Bengalî ji bo wan bibe zimanê fermî.

KNK'ê da zanîn, di vê serhildanê de xwîn hat rijandin û gelek xwendekar û welatiyên Bangladeşî jiyana xwe ji dest dan.

KNK'ê da zanîn, ku 47 sal piştî vê bûyerê, Rêxistina Zanistî, Çand û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999'an de biryar da 21'ê Sibatê bibe Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê.

'YEK JI PÊWÎSTIYÊN HERÎ GIRÎNG TÊKOŞÎNA JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ YE'

Komîsyonê ragihand, ji ber bindestiya gelê Kurd û parçebûna Kurdistanê, zimanê dayikê yê Kurdan fermî nebû û bi awayekî zanistî û serdemiyane bi pêş neket.

KNK'ê destnîşan kir, ku di xebat û têkoşîna rizgariya Kurdistanê de yek ji pêwîstiyên herî girîng, xebatên ji bo zimanê dayikê ne û wiha dewam kir:

'DIVÊ HEMÛ ZIMAN Û ZARAVAYÊN LI KURDISTANÊ BÊN PARASTIN Û PÊŞ VE BIRIN'

"KNK, yek ji sitûnên bingehîn ên xebata xwe, ziman û perwerde kiriye armanc. Lewra giringiyê dide parastin, werarkirin û pêşvebirina  zimanê Kurdî û zimanên din ên gelên Kurdistanê Asûrî-Suryanî, Ermenî û Keldanî û her zimanekî resen.

Her zarave, diyalektek mezin be yan biçûk yê kurdî be, em weke KNK bi giring û pêwîst dibînin û her hemûyan diparêzin û pêş dixîn.

Pêwîste li ser hemû saziyên fermî, ne fermî, rewşenbîrî  û rêveberîyên Kurdistanê, bi taybetî li Başûr û Rojava wek erkekê neteweyî û nîştimanî  girîngiyê yê bi hemû zaraveyan bidin, wan bi pêş ve bibin û biparêzin, di xwendin û medyayê de bi kar bînin. Bi taybetî li Başûr pêwîste her du zaraveyên Hewramî û Kelhurî zêdetir bê bikaranîn û di programên xwendinê de cih bigirin û weke zaraveya sereke di wan deveran da bêne xwendin.

Her sal  Roja 21 ê Sibatê wek cejna Zimanê Dayikê ya Cîhanê cîhanê  di kalandarên fermî de bê bi cih kirin û bi bîr bînin."

Di dawiya daxuyaniya KNK'ê de dayikên Kurd ên ziman heta roja îro parastine, mamoste, rewşenbîr û xwendekarên xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikevin hatin silavkirin û 21'ê Sibatê li hemûyan hat pîrozkirin.