KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, "Ya herî giring ew e ku em hemû li zimanê xwe xwedî bin û jê hez bikin."

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya KNK'ê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zimanê Kurdî zimaneke kevnar û resen e, zimaneke bi berfirehiya zarava û diyalektên xwe ve, ew diyalektên bi zaravayên xwe yên pir ve ji zimanên herî dewlemend yekî mîna çemekî bi xur û xwedî deryayeke peyvan e. Her wiha bi şanaziyên mezin ew ew ziman zîndî maye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ziman nasname û pênaseya her gel û neteweyan e û bal hat kişandin ser girîngiya Kurdî ji bo gelê Kurd. Di daxuyaniya komîsyonê de hat gotin, "Ev ziman weke hebûneke jînde hê jî ji êş û janê neqediya ye û li ber xwe dide. Hindî Kurdistan bi vî rengî bimîne ew êş û jan nasekine."

Komîsyonê diyar kir, jê dûr ketin, veqetandina axa Kurdistanê û ketina bin desthilatdariya dewletên wek Sefewî û Osmaniyan û piştre çarparçebûna sed salên dawî, zimanê kurdî xist bin bandora dagirkeriyê û ji bo heyameke dirêj sêwî û perîşan  ma. 

Komîsyonê işaret bi dewamiya asîmîlasyona dewletên daigrker a bi metod û teknîkên nû û otoasîmîlasyona navxweyî kir û destnîşan kir, ku ji hewldanên dewletên dagirker ên ji tinekirina ziman wêdetir, pirsgirêka girîng xemsariya gelê Kurd bi xwe ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev kêmasî paradoksa kûr a Kurdan e û ji bo çareseriya vê pîrsgirêkê jî hat gotin, "Tenê daxwazî û îrade hebe, di serî de hêzên siyasî yên bi bandor û xwedî şiyan, eger baweriya xwe bi yek ax, yek niştiman û yek neteweya Kurd hebe û pirsa ziman ji îdeolojiya partîtiyê vegirin, wê ev pirsgirêk çareser bibe."

KNK'ê da zanîn, ku fermiyeta zimanê Kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê cihê serbilindiyê ye got, "Li Başûr girîngî nedan pêvajoya xwendina modern û qelsiya felsfeya xwendinê ya neteweyî û niştimanî cihê rexneyê ye. Em hêvîdar in, li Rojava pirsa zimanê Kurdî di avakirina felsefeyeke neteweyî û niştimanî de derbas bibe."

KNK'ê da xuyakirin, ku ji aliyê destketî û pêşveçûnê ve hewlên mezin hene û di warê cîhanîkirina zimanê Kurdî de ketina Kurdî li nava zimanê 'Google' weke gaveke girîng hat nîşandan.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya KNK'ê got, "Ya herî giring ew e ku em hemû li zimanê xwe xwedî bin û jê hez bikin" û daxuyaniya xwe bi vî rengî qedand:

"Cejna zimanê Kurdî ji dil û can pîroz be û silav ji bo her kurdekê/î yê/a ku bi kurdî dijî, bi kurdî daxive, bi kurdî xwîna xwe ji bo parastina ax û zimanê xwe dike feda. 

Silav ji Dayikên me kurdan re, ew mamostayên me yên pêşeng û destpêkê ne û em bi kurdî mezinkirine."