KCD: Qedexekirina navê Cegerxwîn nayê qebûlkirin

KCD: Qedexekirina navê Cegerxwîn nayê qebûlkirin

Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) biryara qedexekirina navê Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn a li Amedê şermezar kir û got; “Tu kes nabêje ku “Cegerxwîn” bêjeyeke tirkî ye. Ev bêje, bi kurdî ye û li gor alfabe û rêgezên zimanê kurdî saz bûye. Kurdî û tirkî du zimanên ji hevdu dûr û cuda ne.”

Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD'ê di daxuyaniya weşand de nerazîbûnek tund nîşanî biryara qedexekirina navê 'Cegerxwîn' û navên din ên Kurdî da.

Komîsyonê got; “Şaredariya Navçeya Kayapinar a Amedê, weke gelek şaredariyên BDP’yê, navên; kolan , kuçe, qadên bajarên xwe, yên ku ne li gora çanda gel in, vedugehere û li şûna wan, navên kurdî bi kar tînin. Ji ber ku ev helwest li gor daxwaza şêniyên bajêr bi cih tê, rast e û di cih de ye.

Mixabin ev helwesta demokratîk, rastî astengiyan û qedexekirinan tê. Qeymeqamê Kayapinarê navê “Navenda Ciwan û Çandê ya Cegerxwîn” û gelek parkên ku navên wan bi kurdî ne, weke Parkên; Zembîlfiroş, Dewrêşê Evdî, Nefel, Ciwan, Sosin, Aştî, Yek Gulan, Rojda, Rojbin, Roşna, Berfîn û.hwd qedexe kir û Dadgeha Kargêriya Yekemîn a Amedê jî, biryara qedexekirinê pesend kir.

KCD’ê destnîşan kir ku sedema qedexekirina navên kurdî, qanûna ku di sala 2006’an de bi destê AKP’yê hatiye çêkirin e û wiha domand; “Li gor vê qanûnê; nabe ku navên ziqaq, kolan, cade û bûlvaran, derveyî rêgezên bingehîn ên makezagonê û zagonên heyî de bin û nabe ku ev navinan derveyî rêgezên exlaqî bin û bibin sedema cudaxwaziyê û parçekirina welêt û nabe ku bêjeyên ku li gor zimanên biyanî saz bûye, bête bikaranîn.”

KCD’ê got; “AKP di aliyekî de dibêje, em rê li ber demokratîkbûnê vedikin, me dawî li asîmîlasyonê aniye, me qedexekirina axaftina kurdî ji holê rakiriye, me ji kurdan re TRT 6 vekiriye. Belê AKP zagonên ku mafên kurdan nas nake, ziman qedexe dike, naguhere. Di ser de, zagonên nû yên ku asîmiîlasyon û tunekirina kurdan û zimanê kurdî dike hedef, li dar dixe. Durûtiya AKP yê di her warî de bi vî awayî dimeşe.”

KCD’ê got; “Dadgeha Kargêriyê di biryara xwe de destnîşan kiriye ku navê “Cegerxwîn” ne li gor ferhenga TDK (Saziya Ziman a Tirk ) e. Ev rast e. Tu kes nabêje ku “Cegerxwîn” bêjeyeke tirkî ye. Ev bêje, bi kurdî ye û li gor alfabe û rêgezên zimanê kurdî saz bûye. Kurdî û tirkî du zimanên ji hevdu dûr û cuda ne.”

Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD’ê wiha pêde çû; “Têkoşîna me, ji bo gelê kurd, mafên xwe yên; siyasî, çandî û civakî, ku ev hemî, mafên neteweyî ne, bi dest bixin. Beriya her tiştî jî, azadiya zimanê kurdî daxwaza herî serkeye ku ev jî, bidestxistina mafê perwerdehiyê ye. Û ji bo me mafekî jêneger e.

Heta di makezogonê de statuya gelê kurd destnîşan nebe û her mafên kurdan neyê naskirin, dê astengiyên wisa her derkevin holê.

Em weke “Komîsyona Ziman û Perwerdehî” ya Kongreya Civaka Demokratîk, qedexekirina zimanê kurdî, nayê qebûl kirin dibînin û vê helwestê şermezar dikin. Em bangî Meclîsa Tirkiyeyê dikin ku rojek beriya rojekê dev ji asîmîlasyonê berdin û makezagoneke demokratik ava bikin.”