Ji wênekêş Suer li Başûrê Kurdistanê 2 pêşangehên din

Ji wênekêş Suer li Başûrê Kurdistanê 2 pêşangehên din

Wênekêşê Kurd, Mehmet Masum Suerê ku di 'Rojên Nasandina Amed li Dihokê' de pêşangehek vekir, dawîya vê hefteyê, li başûrê Kurdistanê û Amerîkayê du pêşangehên din vedike.

Suer, berî mehekê li bajarên Silêmanî, Raniye û li wargeha penaberan a Mexmûrê jî 3 pêşangeh vekiribûn û pêşangeha li “MexmûrêpPêşkêşî gelê Mexmûrê” kiribû.

Wênekêş Mehmet Masum Suer, ku di demê dawî de bi wêneyên xwe yên fantastîk û balkêş derdikeve pêş, li Başûrê Kurdistanê li bajarê Duhokê bi pêşangeha ku di rojên 29-31'ê Tebaxê de vekiribû, bi 50 wêneyên xwe bajarê Amedê da nasîn. Pêşangeha bi navê 'Amed' û di çarçoveya 'Rojên Danasîna Amedê li Duhokê' ji alîyê Şaredarîya Navçeya Sûrê ya Amedê û Şaredarîya Duhokê ve hat amadekirin bi eleqeyek mezin hate şopandin.

Her wiha Komîteya Amadekar ya Yekemîn Festîvala Fîlman ya Duhokê ya Navnetewî, ji hunermend Mehmet Masum Suer xwest ku pêşangeha xwe bi taybetî ji bo sînemavan û mevanên bîyanî ku dê ji bo festivalê werin Amedê, di festîvalê de ji veke.

Pêşangeh di navbera 9 û 16'yê Îlonê li Salona Kongreyan ya Zanîngeha Duhokê (Hola Kongreyan Zanîngeha Duhokê) dê vekirî bimîne. Suer, dazanîn: " ji ber ku bajarekî weke Amedê ku di dilên Kurdan de cîhekî wê yê taybet heye çanda Kurdî hem bi gelê Kurd û hem jî bi cîhanê dide nasîn serbilind û kêfxweş e.

DIBE MÊVANÊ NASHVILLEYA AMERÎKAYÊ

Suer pêşangeha xwe ya bi navê 'Çanda Kurd' ku ji 55 wêneyan pêk tê ji di navbera rojên 7 û 9'ê Ilonê li Amerîka li paytexta eyaleta Tennessee li Nashvilleê veke. Di pêşangehê de wêneyên cîh û warên dîrokî û alavên çandî û hunerî yan çanda Kurd cî bigire. Pêşangeh, dê di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd ku ji aliyê Enstîtuya Kurdistanê ya Çandê û Zanîngeha bajarê Nashville ve hat amadekerin vedibe. Pêşangeh dê di salona Zanîngeha Nasvilleê vebe. Li ser navê Kurdan li Amerikayê cara yekeme ku mîhrîcanek hunerî tê çêkirin.

Bajarê Nashvilleê, bajarekî ku li Amerîka herî zêde Kurd lê dijîn. Sazîyên Kurdên Amerîka hewl didin ku pêşangeha Mehmet Masum Suer li çend bajarên navendî yên Amerîkayê yên din jî bigerînin.