Ji Tiken Jah Fakoly strana cîhana parvekirî

Ji Tiken Jah Fakoly strana cîhana parvekirî

Hunermend Tiken Jah Fakolu, ji ber gefên kuştinê ji welatê Peravên Qîlê Fîlan reviya Malîyê û bihîstyariya xwe ya ji bo axa xwe û pirsgirêkên gerdûnî bi stranên xwe tîne ziman. Bi taybet di strana xwe ya bi navê “Êdî tu tiştek min matmayî nake” de qala cîhana hatiye parvekirin dike.

Tiken Jah Fakoly, di sala 1968’ê de, li bajarê Odienne yê li rojavayê bakûrê welatê Peravên Qîlê Fîlan ê Efrîkayê ji dayîk bûye. Malbata wî malbatek şoreşger bû. Di demek nêzîk de mûzîka ragge a taybet a Jamaîkayê nas dike û di sala 1987’ê de koma bi navê Djelys ava dike. Piştre jî bi konserên xwe di qada neteweyî û navneteweyî de tê nasîn.

Fakoly di heman demê de jî aktîvîstek e jî, ji ber gefên kuştinê di sala 2003 de ji welatê xwe Qîlê Fîlan reviya Malîyê. Fakoly li Franseyê konserên ku bi hezaran kes beşdar bûnli dar xist û di sala 2010 de albûma bi navê Afirican Revolution (Şoreşa Efrîkayê) derxist. Ji ber bûyerên siyasî yên li Qîlên Fîlan û Tûnisê, hunermend Fakoly di 13-18’ê hezîrana 2011 de hefteyek piştgiriyê li Parîsê li dar xist.

Hunermend bi stranên xwe nerazîbûna xwe ya li dijî kolonyalîzm, neo-kolonyalîzmê, li Efrîkayê pirsgirêka çekan, talankirina dewlemendiyên Efrîkayê û piştgiriya Rojavayiyan a ji bo dîkdatriyan tîne ziman. Her wiha, di nava tevgerên gerdûnî de jî cih digire.

Di albuam xwe ya bi navê “Coup de Gueule” di sala 2004 de derxist, û bi strana "Plus rien ne m’étonnes" (Êdî tu tiştek min matmayî nake) cîhana me ya roja îro hatiye parvekirin vedibêje.