Ji Şoreş Reşî du pirtûkên nû

Ji Şoreş Reşî du pirtûkên nû

Nivîskarê Kurd Şoreş Reşî bi roman û pêkenokêke derket pêşberî xwandawanan. Romana bi navê ”Hawar” ji weşanên Înstîtuya Kurd li Stockholmê derket û bi zaravê kurmancî ye. Pirtûka duwem jî, ji pêkenokên kurdên Anadolê pêk tê û bi navê ”Yaranî” hatiye çapkirin.

Roman behsa guhertina civakê û jina Kurd dike. Bi taybetî jî jinên ku ji Anatoliya Navîn tên Ewropayê û zextên pergalan cudayê li ser wan û malbatê tîne ziman. Ew: ”deng, trajedî û qîrîna jinên kurdê li hember sîstemên desthilatdarê û wêneyekî serdemê” dibêje nivîskar. Yek ji alîyên pirtûke yê balkeş ewê ku, piştî zextên pergalên yê dagirker û rojava lêgerîna sîstemekî nû û naskirina sîstema Tevgera Azadîxwezê. Sîstema ku jinên kurd radike ser pîyan, mobîlîzê dike û derdixe tevgerê… Mukayasa pergalan, rastîya kurdan û azadîya rasteqîn bi zimanêkî sadê balkeş tê ziman.

Roman, di navbera devoka Anadolê û kurdîya standart de wek pireyeka ji ziman e. Bi wî awayî hatiye hûnandin ku bi hêsanî dikare were fêmkirin. Bi gotinên pêşîya, peyvên cûda û bi biwêjên herêmê hatiye xemilandin. Ew yeka jî dewlemendîyê dide çanda kurd û di xwendinê de kef dide xwandewanan.

Pirtûka duwem jî, ji pêkenokên kurdên Anadolê pêk tê û bi navê ”Yaranî” hatiye çapkirin. Di wê pirtûkê de, nivîskar ji 200 zêdetir pêkenokên (yaranî) ji herêmê kom kirine. Piranîya wan yê demên berê ne û ji aliyê mezinan ve hatine gotin. Wek orîjînal, bi nav û cîhên rastî hatinê hûnandin. Nivîskar hewl daye ku çanda devkî derbasî ser kaxizê bike. Di pêşgotinê de dibêje: ” …mala me çiqes dewlemend bû! Çiqes rengîn, rûken, bi zewq û coş bû…Tê de bi hezaran henek, stran, metelok û serpêhatî hebûn. Me hemî bi rûsipîyan re kirin goran…Xelk û dewletên desthilatdar ji dest me girtin û gotin: `çanda me ye!..`”

Herdû pirtûkan ji xwandawan dikarin ji Înstîtuya Kurd li Stockholm, www.avasin.org an jî adresa: Mogardsvagen 13, bv 143 43 Vårby Gård-Stockholm bixwazin.