Ji Swêdê ji bo mamosteyê Kurdî xelat

Ji Swêdê ji bo mamosteyê Kurdî xelat

Mamosteyê zimanê kurdî Heyder Diljen ji aliyê şaredariya bajarê Swêdê Vesterosê ve, ji ber xebatên wî yên ji bo zimanê kurdî hate xelatkirin. Heyder Diljen ku bi sala ne li Swêdê mamostetiya zimanê kurdî dike, piştî ku li ser tora Înternetê malpera "dibistana kurdî" vekir, niha jî ji bo IPhone bi navê ABC ya kurdî programeke perwerdeya kurdî çêkir.

Hat zanîn ku programa ABCya Kurdî ku ji bo zarokên kurd ên di navbera 18 meh û 16 salî de hatiye çêkirin, wê di demek kurt de her weha ji bo sîstema telefonên androîd jî were amade kirin. Ji ber van xebatên wî, mamosteyê Kurd Heyder Diljen, ji aliyê şaredariya bajarê Västeråsö ve bi Xelata Padagojiyê hate xelatkirin.

Ji bilî mamoste Diljen, ji ber xebatên wan ên pêşxistina rêbazên serkeftî yên pedagojiyê, hin rektor û mamosteyên Swêdî yên bi navê Eva Johansson, Helen Larsson û Magnus Klîngberg jî xelatên salê yên pedagojiyê yên şaredariya Vesterosê wergirtin.

Li bajarê Swêdê Vesterosê, şaredariya bajêr ku giringiyek mezin dide perwedeyên bi zimanê dayikê, her sal bi beşdariya gelek mamosteyên kurdî konferansa mamosteyên zimanê kurdî jî organîze dike.