Ji Rodî Zinar 3 pirtûkên nû

Ji Rodî Zinar 3 pirtûkên nû

Nivîskar Rodî Zinar ku ev bi salan e di warê ziman de kar û xebatan dimeşîne, ji nav Weşanên Tevnê 3 pirtûkan bi hev re da çapkirin. Pirtûkên ku bi navê; 'Zimanê Tune' cureya wê helbest e, ya bi navê 'Himendiya Ziman' cureya wê lêkolîn e û ya bi navê 'Hewl Bidin' jî bi cureya ceribandinê me ve dixwîne nav şahikiya zimanê dayikê.

Nivîskar Zinar ku di heman demê de di rojnameya Azadiya Welat de jî nemaze di rûpela 'Forûm'ê de nivîsên wî yên serbest dertên. Du pirtûka xwe ya bi navê 'Hewl Bidin' de nivîskar her çiqas bi ser navên cuda û naverokên cuda nivîsîbe jî di esasê xwe de dema ku mirov nivîsan bi tevahî dide berhev dibîne ku ew diesasê xwe de wêneyeke mezin a 'Welat' kişandiye.

Her nivîsên ku di vê ceribandinê de cih digirin, nivîskar li dû bûyereke yan jî li dû hesteke ku lê peyda bûye nivîsiye. Jixwe ew jî di 'Gotina Pêşîn' a pirtûkê de balê dikişîne ser rol û rista nivîskar a ji bo geşedan û bûyerên li welatê wî/ê diqewimin. Pirtûk ji 35 nivîsên cerebe pêk tê û 121 rûpel e. Nivîs ji ber ku ne dirêj in xwendina wan jî xwendevan tengav nake.

LÊKOLÎNA LI SER ZIMAN

Nivîskar Rodî Zinar di pirtûka xwe ya bi naavê 'Hişmendiya Ziman' de lêkolîna xwe ya di warê zian de kiriye daye berhev û pirtûkeke bi vî rengî derketiye holê. Her wekî kut ê zzanîn ziman û siyaseta ziman ji her demî bêhtir di vê demê de zêde tê nîqaşkirin û xwedîderketina li ziman her roja ku diçe zêdetir dibe. Nivîskar Zinar jî ji aliyê xwe ve ji şibaka nivîskareke xwenxwirê ziman westiye bi pirtûkeke bi vî rengî nûqaşên heyî geştir bike.

Nivîskar sedema nivîsa pirtûkeke bi vî rengî wiha tîne ziman: "Dema ku mirov vê pirtûkê bixwîne; divê berê mirov zanibe ku zimanek heye. Bê dewlet e. Serdetsek heye ku dixwaaze hean zimanî têk bibe, ji ber vî awayî ziman qedexe dike, dixwaze ziman bipişîve. Di nava mercên teng de be jî; jiyîneke çawa ji ziman re divê, xwedîderketineke çawa jê re divê, divê ev xwedîderketin di kîjan ast êdebe. Min li bersivîn van pirsan geriya." Zinar di pirtûka xwe de bi ser navên cuda li aliyên cuda yên ziman nêhirtiye û di dawiya pirtûkê de jî çavkaniyên ku ji wan sûdê wergirtiye yek bi yek rêz kiriye. Pirtûk ji 99 rûpelan pêk tê.

'ZIMANÊ TUNE'

Rodî Zinar di pirtûka xwe ya helbestan a bi navê 'Zimanê Tune' jî dîsa wekî mijara sereke ji bo xwe têgîna zîman hilbijartiye. Helbest di nav cureyên nivîsê de li gorî hin zanyarên wêjeyê ve wekî forma herî şahik a ziman tê pênasekirin. Zinar di vê pirtûka xwe de bi peyvên herî şahik a zimanê Kurdî ristên xwe bi goşt û xwînkiriye. Helbeta ku ji xwe xwedî efsûnek e dema ku mijar jî dibe ziman û ziman jî bi hostetî hatibe bikaranîn wê demê her helbestek li ber mirov deriyê diyareke nedîtî vedike û mirov vedixwîne nav wê diyara xwedî raz û efsûn.

Zinar dibêje ku dema mirov bixwaze helbesteke binivîse; divê baraneke li ser mêjiyê mirov hebe, derdor guncav be, amûrên nivîsê hebe û dilê mirov ê nivîsînê hebe. Dema ku yek ji wan kêm be Zinar dibêje ku nepêkan e ku mirov helbestan binivîse. Pirtûk di nava xwe de 77 helbestan dihewîne û ji 109 rûpelan pêk tê.