Ji rewşenbîr û nivîskarên Kurd bo greva birçîbûnê piştgirî

Ji rewşenbîr û nivîskarên Kurd bo greva birçîbûnê piştgirî

52 nivîskarên Kurd daxuyaniyeke hevpar ji bo greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku ket roja 43’emîn weşandin û dan diyarkirin; “Bêdeng mayîn xiyaneta li hember xwe ye! Bêdengî mirin e! Bêdengî kuştina dahatuyê ye! Em li xwe û li heval û hogir û xwişk û birayên xwe xwedî derkevin!”. Nivîskaran dan gotin; “Em wekî nivîskar û rewşenbîrên Kurd dibêjin ku; di gavek zûtir çareserî neyê dîtin, ji bo piştgiriya girtiyên ku gihîştine sînorê mirinê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin.”

Komek nivîskar û rewşenbîrên di nava wan de şaredar û parlementer jî hene, bi daxuyaniyeke hevpar gotin; “Em wekî nivîskar û rewşenbîrên Kurd dibêjin ku; di gavek zûtir çareserî neyê dîtin, ji bo piştgiriya girtiyên ku gihîştine sînorê mirinê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 12 Îlonê de Berxwedana Zindanan dest pê kiriye û wiha hat gotin “Ev berxwedan kete roja 43yan. Bi sedan girtî ketine gireva birçîbûnê ya domdar. Berxwedana girtiyan ne ji bo ku mercên zindanan rast bikin, ne ku ji bo mercên jiyana xwe ya ku tê de ne rast bikin. Berxwedana girtiyan ji bo ku li Kurdistan û Tirkiyeyê huzureke domdar û rewşeke aştiyane ava bibe bilind bûye. Berxwedana girtiyan ji bo me, ji bo we, ji bo wan e; ji bo min, ji bo te, ji bo wî/ê ye. Ev berxwedan ji bo me tevan e. Ji bo azadiyê ye, ji bo serxwebûnê ye. Ev berxwedan ji bo tekoşîna şoreşgerî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ye.”

Nivîskaran destnîşan kir ku sibê Cejna Qurbanê dest pê dike û gotin; “Dibe ku di vê Cejna Qurbanê de ev mirovên me, ev hevalên me, ev xwişk û birayên me bibin qurban. Em wekî nivîskar û rewşenbîrên Kurd naxwazin van hevalên me, van xwişk û birayên me bibin qurban.”

Nivîskarên Kurd di berdewama daxuyaniyê de gotin; “Em daxwaz û xwestekên van hevalên xwe par ve dikin, em jî dibêjin ku van hevalên me di berxwedana xwe de heta dawiyê mafdar in û em li hinda wan in. Em bi wan re ne. Li hember vê yekê tenê tiştek dimîne; ew jî em tev bi hev re hewl bidin ku em van hevalên xwe ji qurbanîbûnê xilas bikin. Ango em hêza xwe tevlî hêza wan bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku nivîskar, rewşenbîr, parlamenter, şaredar û hemû siyasetmedar û tekoşerên baş hem li hundir in hem li derve ne, dii heman mercî de ne û wiha hat gotin; “ Ji xwe li Tirkiyeyê “derve” û “hundir” nemaye. Tirkiye bûye zindaneke gewre. Ji ber wê em jî li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin.”

Nivîskarên Kurd di dawiyê de ev bang kirin; “Bêdengmayîn xiyaneta li hember xwe ye! Bêdengî mirin e! Bêdengî kuştina dahatuyê ye! Em li xwe û li heval û hogir û xwişk û birayên xwe xwedî derkevin!

Em wekî nivîskar û rewşenbîr li berxwedana wan xwedî derkevin da ku em ji xew re bi rehetî bibêjin em mirov in!

Em wekî nivîskar û rewşenbîrên Kurd dibêjin ku; di gavek zûtir çareserî neyê dîtin, ji bo piştgiriya girtiyên ku gihîştine sînorê mirinê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin.”

Rewşenbîr û nivîskarên kurd ên ku îmze dane: Abdullah DEMÎRBAŞ [Nivîskar ], Adil ERCAN [Nivîskar ],Adil ZOZANÎ [Nivîskar Parlamenter ], Amed Çeko JIYAN [Nivîskar ], Aydin ALP [Nivîskar ], Azad ZAL [Nivîskar û weşangerê Kurd -], Brahîm RONÎZER [Nivîskar ], Çîdem BARAN [Nivîskar ], Cîhan YILDIRIM [Nivîskar ], Çiya MAZÎ [Nivîskar ], Dilawer ZERAQ [Nivîskar ], Edîp POLAT [Nivîskar ], Enîse ÇAGER [Nivîskar ],Eyyup GUVEN [Nivîskar ], Fadil BEDIRXANOGLU [Nivîskar ], Fatma SAVCI [Nivîskar ], Felat OZSOY [Nivîskar ], Feratê DENGIZÎ [Nivîskar û Berpirsê Kovara W – Yazar ve W Dergisi Yayın Sorumlusu], Îlhamî SÎDAR [Nivîskar ], Îrfan BABAOGLU [Nivîskar û Weşanger ], Îsmaîl DÎNDAR [Nivîskar ], Kawa NEMIR [Nivîskar ], Lal LALEŞ [Nivîskar û Weşanger], Lokman AYEBE [Nivîskar], Mehdî TANRIKULU [Nivîskar Weşanger], Mehmet ÇAKMAK [Nivîskar ], Mehmet DEVÎREN[Cîgirê Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd], Mehmet RONAHÎ [weşanger ], Mehmet ŞAHÎN [Nivîskar ], Mehmet YILMAZ [Perwerdekar û Nivîskar - Eðitimci Yazar], Mem BAWER [Nivîskar ], Mem MÎRXAN [Nivîskar ], Mîran JANBAR [Nivîskar ],Omer DILSOZ [Nivîskar ], Osman OZÇELÎK [Nivîskar ], Ozgur TUZUN [Nivîskar ], Rêdûr DÎCLE [Nivîskar ], Reyhan SARHAN [Nivîskar ], Rizoyê XERZÎ [Nivîskar ], Rodî ZINAR [Nivîskar ], Rojîn ZARG [Nivîskar ], Ronî WAR [Nivîskar ], Samî TAN [Nivîskar, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê], Sedat YURTTAŞ [Nivîskar ], Şener OZMEN [Nivîskar ], Şengul OGUR [Nivîskar ], Şêxmûs Sefer [Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd], Sîdar JÎR [Nivîskar ], Sîpan XIZAN [Nivîskar ], Zana FARQÎNÎ [Nivîskar, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê], Zaza CEBELÎ [Nivîskar ], Zulkîf KIŞANAK [Nivîskar ]