Ji Mihrîcana Şehîd Bêrîtanê peyama azadiya Ocalan û yekitiyê

Ji Mihrîcana Şehîd Bêrîtanê peyama azadiya Ocalan û yekitiyê

5’emîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd ku bi şîara “Rêbertiyek Azad, Kurdistanek azad û jiyanek azad” di 27’ê cotmehê de dest pê kir û di roja duyemîn de coş gihişt asta jor, Azadiya Rêberê Gelê Kurd û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd mohra xwe li mîhrîcanê xist. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan di roja xwe ya duyemîn de bi peyam, coş, beşdarî û aktîvîteyan Azadiya Rêberê Gelê Kurd û Yekîtiya Neteweyî derket pêş. Piştî aktîvîteyên danê rojê, êvarî saet 19.00’an li Qada TEV-DEM Wargehê bi beşdariya bi hezaran şêniyên wargehêx mêvan, ji her parçeyên Kurdistan hunermend û komên muzîkê şeveke di ahenga ruhê serhildanê de dan jiyandin.

Bernameya êvarî bi fîlmê “Belkî Rojek” dest pê kir. Piştî fîlm Koma Qereçox a Qezaya Mexmûr ku hunerên xwe yên muzîkê pêşkêş kirin di peyama xwe de bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya tevayî gelê Kurd. Her wiha dema strana hunermend Aram Tîgran a “Ay Dîlberê” gotin gelê wargehê bi çepikên xwe yên bi deqîqeyan coşa xwe anîn ziman.

Di roja duyemîn de ku gelek mevan beşdar bûn, û peyamên gelek rêxistin, sazî û tevgerên Kurd ku ji bo pîrozbahiya mîhrîcanê hatibûn şandin hatin xwendin.

Koordînasyona Yekîtiya Star di peyama ku şand de bal kişand ser berxwedan û têkoşîna Fermandara Gerîlla Bêrîtan û di berdewama peyamê de wiha tê gotin, “Di 20. salvegera Şehadeta Hevala Bêrîtan de 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan tiştekî dide diyarkirin, ev jî yekîtiya berxwedana we ye; bi berxwedana Şehîd Bêrîtan re li ser xeta azadiyê ye. Weke ku Rêber Apo dide diyarkirin, ‘Azadiya civakê, di azadiya jinê de derbas dibe.’ Bi navê Yekîtiya Star di 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan em serketinê ji we re dixwazin. Bi hêviya ku li ser xakeke azad bi azadiya Rêber Apo geş bûye ku ala kesk û sor û zer di asîmanên wê xakê de diheje, di welatêkî ku êdî sînorên dijmanan çêkiriye bêwate bûye de û perdeyên reş hatine beralîkirin em serketinê ji we re dixwazin.”

“BÊRÎTAN LI HEMBERÎ XIYANET Û HEVKARIYÊ TEMSÎLA BEXWEDANA JIYANA AZAD E’

Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb li ser navê PÇDK’ê peyam da. Xerîb di axaftina xwe de destpêkê ku 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan li gelê wargehê pîroz kir dest nîşan kir ku Bêrîtan temsîla xeta berxwedanê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan hûn peyama pêşxistina çand û hunera Kurd dikin. Di heman demê de ku em dikevin 20. Salvegera Şehadeta Şehîd Bêrîtan ji her demê zêdetir li her parçeyên Kurdistan berxwedana di xeta Bêrîtan û pêşengiya Rêber Apo de pêş dikeve. Hevala Bêrîtan li hemberî xiyanet û hevkariyê temsîla bexwedana jiyana azad e.”

Diyar Xerîb ku bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li zîndanan berdewam bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Salek û sê meh zêdetir e ku dewleta dagirker a Tirk li hemberî Rêber Apo Tecrîdê didomîne, li hemberî destketiyên gelê Kurd ên rojava ketiye nav hewldanan. Lê belê li hemberî wê berxwedana Rêber Apo, berxwedana berxwedêrên zîndana ên gerîllayên Kurdistan û Gelê Kurd pêş dikeve. Em piştgiriya berxwedêrên zîndanan dikin. Em hêvîdar in, sala bê li Amedê bi Rêber Apo re pêkve em vê mîhrîcana xwe pîroz bikin.” Piştî axaftina Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb Koma Solîn a Wargehê derket ser dikê.

Her wiha folklora dayikan a wargehê û paşê Hunermend Armanc derket pêşberî gel. Hunermend Armanc ku kêfxweşiya xwe ya hatina mîhrîcanê anî ziman bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê û wiha axifî, “Li zîndanan 47 roj in berxwedêr li ber xwe didin; ji bo azadiya Rêber Apo û axaftina bi zimanê dayikê. Em berxwedana wan hevalên xwe silav dikin û heta dawiyê piştgiriya berxwedêrên xwe dikin. Em bi hêvî ne û bawer in ku di encama vê berxwedanê de wê Rêber Apo azad bibe.” piştî axaftinê Hunermend Armanc, bi stranên xwe gel coşand.

Piştî Hunermend Armanc Nûnerê BDP’ê yê Başûrê Kurdistan Abîd Îke li ser navê BDP’ê peyama ji bo mîhrîcanê pêşkêş kir. Abîd Îke ku bal kişand ser berxwedana gelê Wargehê û 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan silav kir. Îke di heman demê de ku bal kişand ser grevên birçîbûne axaftina xwe wiha berdewam kir. “47 roj in di zîndanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ku gelek endamên partiya me jî di nav de ne bi hezaran hevalên me ketine greva birçîbûnê. Daxwazên wan hevalan me hene. Divê tavilê ev daxwazên wan werin cih. Divê gelê Kurd jî li her cihê lê dijî û bi taybet li Bakurê Kurdistan gelê Kurd li ser piyan be û li wan hevalan xwedî derkeve.” Piştî axaftina Nûnerê BDP’ê yê Başûrê Kurdistan Abîd Îke peyama Yekîtiya Gaziyên Kurdistan a hat xwendin. Di peyama Yekîtiya gaziyên Kurdistan ku behsa berxwedan û têkoşîna Fermandara Gerîlla Bêrîtan tê kirin wiha didome: “Rêbertî di nav tecrîd û îzolasyoneke dijwar de bi awayekî bi heybet li ber xwe dide, gerîllayên Kurdistan li her aliyê Kurdistan di nav berxwedaneke mezin de ne. Hevalên di zîndanan de ji bo azadiya Rêber Apo bedena xwe dane ber mirinê. Bi ruhê Bêrîtan li ber xwe didin. Erka dikeve ser milê me azadkirina Rêber Apo ye û şopandina xeta Bêrîtan e.”

Her wiha PYD’ê û Ciwanên Şoreşger ên Rojava jî peyamên pîrozbahiyê ji bo mîhrîcanê şandin.

Di roja duyemîn de Hunermend Yunusê Agirî, Koma Rojavayê Kurdistan û Serhedo jî derketin pêşberî gel. Wê îro saet 09.00 li wargehê di çarçoveya mîhrîcanê de “Meşa Azadiyê” ya ji bo piştgiriya çalakgerên di greva birçîbûnê de were lidarxistin û wê mîhrîcan bi aktîvîte û beşdariya hunermendan berdewam berdewam bike.