Ji Meclîsa Zarokên Amedê şahiya pirtûkan

Konseya bajarê Amedê ya Meclîsa Zarokan, şahiya 'xwendina pirtûkên bi zimanê dayikê ' li dar xist.

Konseya bajarê Amedê ya Meclîsa Zarokan, şahiya 'xwendina pirtûkên bi zimanê dayikê ' li dar xist. Di şahiyê de çîrokên ku bi zimanê Kurdî û Tirkî hatibûn nivisand ji zarokan re hatin xwendin. 

Konseya bajarê Amedê ya Meclîsa Zarokan şahiya xwe ya bi navê 'xwendina pirtûkên bi zimanê dayikê'  li navçeya Surê li pêşberî mizgefta Ulu Camî pêk anî.

Di vê şahiyê de ji bilî bi sedan zarok hin endamên saziyên wekî Egîtîm Sen, KURDİ-DER'ê û zarokên navenda çandê ya Mehmet Ceren ya zarokên Kobanê lê perwerdehiyê dibînin, navenda Davut Oktçu û zarokên pirtûkxaneya Melik Ahmet ên girêdayî şaredariya Surê, her wiha kedkarên gerînendehiya karê civakî û çandê ya şaredariya Surê jî tevli vê şahiyê bûn.

beriya ku şahî destpê bike hunermend Axîn Biro ku xebatên xwe di navenda çandê ya Şaredariya Surê de dimeşîne bi zarokan re sohbet kir û wiha got: "Zimanê dayika me çibe bila bibe divê em wî zimanê li her qadê û her deverê bikar bînin û em li her derê bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bikin.

Dê xebatên me yên din ên bi vî rengî her berdewam bikin. Îro me ji we re çîrokên Kurdî û Tirkî xwendin û ji ber em bêtir bikaranîna zimanê xwe li her qadê belav bikin, îro me ev gav avêtiye".

Di şahiyê de hem çîrok bi zimanên cuda hatin xwendin hem jî zarokên ku bi Kurdî nizanin hatin teşwîqkirin ku xwe hînî zimanê dayikê bikin. Piştî xwendina çîrokan berhem ji zarokan re hatin diyarîkirin.

...