Ji Kovara Hewdem bernameya ‘Ji Qirkirina Çandî re na’

Ji Kovara Hewdem bernameya ‘Ji Qirkirina Çandî re na’

Kovara Hewdem ya Ciwanên Welatparêz li Hewlerê bi boneya, "Ji Qirkirina Çandê re na" bernameyek li dar xistin.

Kovara Hewdem ya Ciwanên Welatparêz bi boneya "Ji Qirkirina Çandê re na" li Hewlêrê bi tevlîbûna dehan ciwanan li senterê Ala helbest xwendin. Helbest ji aliyê ciwanê bi navê Heloî Samî ve hatin xwendin. Berpirsê Nivîsên Kovara Hewdem Dana berî helbest xwendinê axaftine kir û bal kişand ser qirkirin çandê. Dana, anî ziman ku divê tu hunermend çandê weke amûreke bikarneynin xwedî li nirx û çanda xwe derbikevin. Dana, da zanîn ku her gel bi çanda xwe heye.

Piştî axaftinê Heloî Samî derket ser dikê û helbest xwendin. Samî bi helbestên xwendin demên xweş bi ciwanan dan derbazkirin. Piştî xwendina helbestan Heloî Samî guhdariya şîrove û rexneyên ciwanan kir û sipasiya xwe ji Kovara Hewdem re pêşkêş kir. Samî bal kişand ser kesên bi hunerê re eleqeder dibin û wiha axivî: "Demên borî hêjmara Helbestvanan û an ciwanê helbestvan yên bi hunerê re mijûl dibûn kêm bûn. Lê niha ev hêjmar gelek zêdeye. Bes hin kes bi rastî hunerê dikin yan jî tiştek din mirov nizane. Ji ber ku, li gorî çanda me an jî kurdîtiya me hunerê nakin. Divê huner ji bo gel be ne ji bo dewletê. Ji bo hemû Helbestvana rêza min heye lê divê ku Helbestê eslê xwe û ji kuderê hatine ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan di vî warî de divê bi cih bînin."

Samî, bilêv kir ku pêwîste her helbestvan bi helbestê xwe êş û kulên gelê xwe bine zîman.