Ji Konserewatuara Aram Tîgran Rojên Hunerê

Ji Konserewatuara Aram Tîgran Rojên Hunerê

Konserwatuara Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yekemîn Rojên Hunerê ya Aram Tîgran li dar dixe. Rojên hunerê dê di navbera 7-10 hezîranê de pêk were. Xwendekarên konservatuarê ligel mamosteyên xwe dê muzîk, şano, reqsên xwe pêşkêş bikin. Mêvana rumetê ya rojên hunerê jî hostaya harpê Tara Caf e.

Konserwatuara Bajar a Aram Tîgran ku bi zimanê dayikê perwerdeya hunerê dide û girêdayê Serokatiya Daîreya Turîzm û Çandê ya Şaredariya Mezine Yekemîn Rojên Hunerê li dar dixe. Bername di 7’ê hezîranê de dest pê dike. Beşe Wêneyan a konservaturê wê rojê li Şanoya Bajar pêşangeha xwe vedike. Heman rojê saet di 20.00’an de li Salona Şanoyê ya Şardariyê Tara Jaff, Mehmet Atli û Şerko li Anadolu Kuartet de konsera vekirinê dide.

Di 8’ê hezîranê de beşa şanoyê ya konservatuarê li sahneya DBŞT lîstika ku A. Çehov nivîsiye a bi navê ‘Sevgîlî Doktor’ dê bê lîstin.

Di 9’ê hezîranê de saet di 14.00’an de beşa zarokan a konserwatuarê li sahneya DBŞT ‘orkestraya rîtîm a xwezayê dê konserekê bide. Di 14.45’an de jî beşa zarokan dê foklorê bilîze. Heman rojê saet di 19.00’an de beşa sînemayê dê fîlmekî bide nîşandan. Di 10’ê hezîranê de saet di 15.00’an de fîl dê dîsa bê nîşandan. Di 10’ê hezîranê de xwendekarên beşa muzîkê dê bi Tara Jaff re li Şanoya Anfî ya Sumerparqê derkevin serê dîkê.