Ji KONGRA-GEL peyama Cejna Zimanê Kurdî

Ji KONGRA-GEL peyama Cejna Zimanê Kurdî

Serokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek da. KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û got: “Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Rêber APO, hemû dayîk û zarokên Kurd, tekoşerên azadiyê, hemû gelê Kurd û Kurdistanê re pîroz be.”

Serokatiya KONGRA- GEL di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ku divê gelê me û hemû sazî û dezgehên Kurdistanî, pêwîste bi avayekî germ li Cejna Zimanê KURDÎ xwedî derkevin. Ji ber ku ziman nasname ye, ziman hebûn û nebûna gelê me ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Teqrîben heft hezar girtiyên ku di çarçoveya polîtîkayên komkujiya siyasî ya dewleta AKPê de hatine zindanî kirin û parastina wana ya bi zimanê dayîkê ji aliyê dewletê ve hatiye qedexe kirin, em bi taybetî “cejna zimanê kurdî” ya hemûyan pîroz dikin. Ji ber vê cejnê berxwedana wan a bi rûmet ji bo azadiya nasname û zimanê dayîkê bi dil û can silav dikin. Dewleta AKP’ê di şexsiyeta wan de dixwaze zimanê kurdên azad jê bike. Lê belê ev siyaseta faşist ya AKP’ê bi berxwedana gel û bi berxwedana tekoşerên azadiyê têk çû. Zimanê kurdî bi tekoşîna dayîkên Kurd, zarokên Kurd, xwendekarên Kurd û bi giştî xwedî derketina gelê Kurd ê bi avayekî azad jiyan bike.”

‘TÊKOŞÎN GIHIŞTIYE QONAXA AZADIYÊ’

KONGRA-GEL di daxuyaniyê de da zanîn ku têkoşîna azadiya gelê kur êdî gêhiştiye qonaxa çareseriyê û wiha pê de çû: “Çareserî , ji Rêber APO re azadî, ji gelê Kurd re statûya siyasî ye. Di vê qonaxê de xalekî herî girîng perwerda zimanê Kurdî ye. Ji ber ku pêşketina ziman, li gel xwe çareseriyê jî ferz dike. Di vê çarçovê de pêwîste ku her Kurd berpirsyariya xwe bizanibe û zimanê dayîka xwe lê xwedî derkeve. Rojên 14-15-16’ê gulanê wek rojên “Cejna zimanê kurdî” tê pîrozkirin. Li Kurdistanê û li derveyî welat roleke mezin dikeve li ser milên sazî û dezgehên Kurdistanî û bi taybetî jî li ser ragihandina kurdî. Pêwîste ku di ragihandinê de li ser giringiya perwerda zimanê kurdî bernameyên pir dewlemend her tim bê amadekirin.”

‘DIVÊ BI XEBATAN EM BERSIVA DAGIRKERAN BIDIN’

KONGRA–GEL di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Di roja 9’ê Gulana 2010’an de, ji ber nasnameyên xwe 4 kurdên pêşengên azadiyê, 4 mamostayên Kurd, mamoste Ferzad Kemanger, mamoste Ferhad Wekîlî, mamoste Elî Heyderiyan û Şîrîn Elemhûlî, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Daxwazî û wasiyeta mamoste Ferzad Kemanger ya dawî ew bu ku, destûr bê dayîn dilê wî di bedena zarokekî Kurd de jiyan bike. Ji bo me hemûyan wazîfeyeke pîroz e ku bi xebatên perwerdeya zimanê Kurdî, dilê heval mamoste Ferzad Kemanger û yên hevalên wî û dilê hemû tekoşerên azadiyê, di dilê zarokên Kurdistanê de em bidin jiyankirinê. Ji ber vê yekê jî em dibêjin perwerdeya zimanê Kurdî xebata me ya herî bingehîn û pîroz e. Em bi vî avayî him bersîva şehîdên xwe, him jî bersîva dagirkeran dikarin bidin. Li ser vê esasê em car din “cejna zimanê kurdî” ya gelê Kurd û Kurdistanê bi dil û can pîroz dikin û xebatên ji bo zimanê dayîkê re serkeftinê dixwazin.”