Ji KON-KURD’ê banga mihrîcanê

Ji KON-KURD’ê banga mihrîcanê

Tenê çend roj ji bo 20’emîn Mihrcîna Çandê ya Kurdan a Navneteweyî ma. Konfederasyona Komeleyên Kurdan ên li Ewropa (KON-KURD) bi daxuyaniyekê bang beşdarbûna mihrîcanê li hemû Kurdan û dostên Kurdan kir.

KON-KURD’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser têkoşîna neteweyî ya demokratîk a bi dirûşima “Ji Rêbertiyê re Azadî, ji Kurdistanê re Azadî”. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mihrcîna Çandê ya Kurdan a Navneteweyî a her sal tê lidarxistin li rastî pêngavên gelê Kurdistanê yên di serî de li Rojava û Bakûrê Kurdistanê ku roj bi roj welatê xwe ji mêtîngeriyê rizgar dikin hatiye.

KON-KURD’ê destnîşan kir ku dê 20’emîn Mihrcîna Çandê ya Kurdan a Navneteweyî ya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) a ku girêdayî wan ve, di 8’ê Îlonê roja Şemiyê de li bajarê Mannheim a Almanyayê tê lidarxistin, ji ber van pêşketinan pir girîng e û diyar kir ku divê li gorî vê beşdarbûna mihrîcanê pêk bê. KON-KURD’ê ji 10 federasyon û 175 komeleyên girêdayî xwe û rêxistin û saziyên din ên Kurdan ên demokratîk ên li Ewropayê xwest ku di vê dema ji bo mihrîcanê de maye, amadekariyek baş û li gorî vê pêvajoyê bikin û bang kir ku divê Kurd xwe bigihînin hemû dost û Kurdistaniyan. KON-KURD’ê destnîşan kir ku divê di vî warî de her kes û ferdek ê Kurd xwe weke peywirdar bibînin û bi rengên xwe yên nasnameya siyasî-neteweyî, pankart, al û dirûşiman di 8’ê Adarê de li bajarê Mannheimê bin û herî kêm divê her yek dostek xwe jî bi xwe re bîne.

JI BO TURA OTOBÛSAN PIŞTGIRÎ

Her wiha, KON-KURD’ê çalakiya Tûra Otubusan a ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ve dê di roja mihrcîanê de dest pê bike û heta 27’ê Mijdarê li 8 welat û 70 navenda berdewam bike, silav kir û bang li hemû saziyan kir ku bi awayeke xurt beşdarî vê çalakiyê bibin.