Ji Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê daxuyaniya li ser Roja Zimanê Dayikê

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê got, ""Îro Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Lê belê, komkujiyên dijmin li welatê me dike û zimanê me yê dayikê hînê qedexe ye, em nikarin vê rojê li gelê xwe û gelên cîhanê pîroz bikin."

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Îro Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Lê belê em nikarin vê rojê li gelên cîhanê û gelê xwe pîroz bikin. Ji ber ku îro dijmin li welatê me bi hovitî komkujiyan dimeşîne û zimanê me yê dayikê jî hîn di bin qedexeyên giran ê yasayî û jiyanî de ye."

Komîteyê da xuyakirin, ku tevî qedexekirina xwendina bi zimanê dayikê, dewleta Tirk dibistanên ku gelê Kurd bi derfetên xwe ava kir û bi zimanê dayikê zarokên xwe pê perwerde kir, bi êrîşên hovane digire û deriyê wan mor dike.

'GELÊ KURD MAFÊ PERWERDEKIRINA ZAROKÊN XWE BI ZIMANÊ DAYIKÊ, ÊDÎ JI DEWLETA DAGIRKER A FAŞÎST RE NAHÊLE'

Komîteya Perwerdeyê destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe re dibêje, 'An hûnê li dibstanên dewletê weke Tirk werin perwerdekirin, an jî mafê we yê perwerdeyê nîne' û daxuyaniya xwe wiha dewam kir: 

"Weke her civakeke bi rûmet, gelê Kurd û gelên Kurdistanî jî erk û mafê perwerdekirina zarok û ciwanan bi ziman, çand û ferhenga xwe ji îro pê ve radestî dewleta dagirkerê faşîst nakin. Avahiyên dibistanan werin girtin jî, em ê li bin daran, li kolanan, ango li her derekî guncaw karê perwerdeya zarok û ciwanên xwe yê bi zimanê dayikê bidomînin. Bi îmkan û amadekariyên kêm be jî, divê li her deverê em derfetan ava bikin û weke xaleke sereke ya şoreşê, xaleke sereke ya avakirina civaka exlaqî, polîtîk û demokratîk karê perwerdeyê bi zimanê dayike bi rê ve bibin." 

'DIJWARBÛNA ÊRÎŞÊN DIJMIN, JI BER TIRSA JI PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ Û PARADÎGMAYA RÊBER APO YE'

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê da zanîn, ku tevî hemû êş, zorî û zehmetiyan jî, li holê rewşa şoreşê heye û got, "Dijminên gelên me tengav bûne. Êrîşên wan ên hovane û xedar, ji ber mezinbûna tirsên wan, kûrbûna qeyran û aloziyên wan e. Dijmin bi girtina Dibistana Seretayî ya Elî Erel û yên din re tirsa xwe ya mezin ji perwerdeya bi zimanê dayikê û paradîgmaya Rêber Apo nîşan da. Berê jî hemû hewldanên dijmin ji bo zarok û ciwanên Kurd û xwedî nasnameyên cihêreng ên civakên Kurdistanî bi ziman û çandên xwe perwerde nebînin bû. Îro jî ev helwest û hovîtiya dijmin berdewam e."

'QIRKIRINA ÇANDÎ YA LI SER GELÊN KURDISTANÎ ÊDÎ GIHAŞTIYE ASTA QIRKRINA CIVAKÎ'

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku pişavtin -asîmîlasyon- û qedexekirina ziman û çanda gelan di peymanên Neteweyên Yekbûyî de weke xala sereke ya Qirkirina Çandî tê pejirandin û ev xal hat destnîşankirin: "Li ser gelê Kurd û gelên Kurdistanî qirkirina çandî ya dewleta dagirkerê faşîst a Tirk, êdî gihaştiye asta Qirkirina Civakî. Her dibistaneke dewletê ji bo zarokên Kurd û gelên me cîhê ji ziman, çand û exlaqê civakî û neteweyî dûrxistinê ye. Gelê me yê welatparêz û têkoşer êdî ne pêkane ku qirkirina civakî li ser xwe bipejirîn. Li dijî hemû cûreyên qirkirinê bi lehengî têdikoşin." 

'PARASTINA XWERÊVEBERIYÊ BI AVAKIRINA PERGALA PERWERDEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK PÊKAN E'

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê destnîşan kir, ku îlankirin û parastina xwerêveberiyê, di her kêlî û warê jiyanê de avakirina civaka demokratîk, bi parastin, mayîndekirin û di hemû warê jiyanê de bikaranîna zimanê xwe û avakirina pergala perwerdeya neteweya demokratîk pêkan e û wiha dewam kir: "Di serî de hemû qadên xwerêveberî hatiye ragihandin de, li temamî welêt divê em derfetê bi ziman û hemû zaravayên Kurdî û yên gelên heremê perwerdekirina zarok û ciwanan xwe biafirînin. Hemû pêkhateyên KCK û hemû kesên xwedî şiyan divê bi pêşxistina zimanê dayikê û karê perwerdeyê wekî peywîreke sereke ya avakirina neteweya demokratîk binirxînin. Bi ruhê berxwedana Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Kerboran, Gever, Lice, Farqîn, Gimgim û Şehîdên Perwerdeyê bi zimanê dayikê û bi coşa şoreşê pergala Perwerdeya Neteweya Demokratîk ava û mayînde bikin.

'DIVÊ EM ZAROKÊN XWE NEŞÎNIN AŞÊ PIŞAVTINÊ DIBISTANÊN DIJMIN'

Ji îro û pê ve divê em zarokên xwe neşînin dibistanên dijmin ku wekî aşê pişaftina kar dikin. Avahiyên dibistanan ku bi keda gelan hatine avakirin desteser bikin û ji bo meşandina perwerdeya netaweya demokratîk ya bi zimanên dayikê bi kar bînin. 

Ji bo ku em bi hemû zaravayan ve zimanê Kurdî jiyanî û mayînde bikin, bi dirûşmeya 'Zimanê me rûmeta me ye', bi vîn û biryardariya mamosteyê mezin Rêber APO li ziman, ferheng û çanda xwe xwedî derkevin!"