Ji KNK'ê daxuyaniya li ser roja Zimanê Dayikê

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zexta dewletên Tirk, Ereb û Fars li hemberî zimanê Kurdî û hat destnîşankirin, ku yek ji pêwîstiyên herî girîng di xebat û têkoşîna rizgariya Kurdistanê de xebata zimanê dayikê ye.

Komîsyonê girîngiya zimanê dayikê ji aliyên civakî, kesayetî û perwerdeyê ve bibîr xist û got, " Weke Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde ya KNK'ê em roja zimanê dayikê pîroz dikin. KNK'ê, yek ji sitûnên bingehîn ên xebata xwe, ziman û perwerde kiriye armanc. Lewra girîngiyê dide parastin, werarkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî û zimanên din ên gelên Kurdistanê."

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dewlemendiya zimanê Kurdî bi zarava û resentiya xwe ve û hat gotin, "Li ser her saziyeteke fermî  û rêveberiyên Kurdistanê, bi taybet li Başûr û Rojava erkekî neteweyî û nîştimanî ye ku girîngiyê bidin hemû zaraveyan, girîngiyê bi parastin û pêşketina wan bide û di warê perwerde û xwendin û medyayê de bên bi ka ranîn. Her sal jî roja 21'ê Sibatê wek Cejna Zimanê Dayikê ya Cîhanê bibîr bînin. Em vê rojê pîroz dikin."