Ji KCK’ê banga boykotkirina demdirêj a dibistanan

Ji KCK’ê banga boykotkirina demdirêj a dibistanan

Komîteya Ziman û Perwerdehiya KCK’ê got; “Di vê pêvajoyê de tevahî gelê Kurd, bi taybet malbatên me yên welatparêz pêwîst e zarokên xwe neşînin van biryargehên îmha-înkar û pişaftinê. Di destpêkê de mamoste û tevahî karmendên di van biryargehande kar dikin neçin van dibistanan û xwedî li rûmeta xwe derkevin” û banga boykotkirina dibistan û saziyên perwerdehiyê yên dewleta Tirk kir.

Li gel nêzîkbûna vebûna dibistanan, Komîteya Ziman û Perwerdehiya KCK’ê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd kir ku zarokên xwe neşînin dibistanên “pijaftinê” û got; “Ev ne biryareke demkurt boykotkirina dibistana ye, bi giştî redkirina perwerdeya pergalê ye. Ev biryar ji dibistanên dayik bigirin, heta zanîngehan derbasdar e.”

Komîteyê bal kişand ser pêvajoya siyasî ya li herêmê û got; “Dema em li pêşketinên ku li herêmê diqewimin dinêrin em dê bibînin ku pêşketinên di asta şoreşê de çêdibin. Weke ku ji aliyê pêşenge vê pêvajoyê Rêbertiya me ve jî daye diyarkirin tişta ku diqewime ne bihara ereba ne, berivajî wê bihara gelan e. Yê ku ji vê re jî di be çavkanî û pêşengatiya vê dike bê gûman Rêber Apo ye. Rêbertiya me dema ku got; sedsala 21’ê dê bibe bihara gelan” bûyer û pêşketinên îhtîmal dît û tevgera me li ser navê azadiyê ji pêvajoyeke weha re amade kir.”

Komîteya Ziman û Perwerdehiyê (KZP) ragihand; “Li ser vî bingehî pêvajoya şoreşgerî ya ku hatiye despêkirin bi berxwedaniya 14’ê tirmehê yekgirt û bi berxwedaniya Şemzînan didome. Şerê gel ê şoreşgerî ku li Şemzînanê dest pê kir û li tevahî qadên Bakûrê Kurdistanê belav bûye azadiya Rêbertiya me û ya gelê mi kiriye armanc. Em jî vê berxwedanî û têkoşîna azadiyê ya ku li Şemzînanê dest pê kiriye bi çoşeke mezin silav dikin. Berxwedanîya di asta destanê de li Şemzînanê pêş dikeve, parastin û xwedîderketina li nasnameya Kurdê azad e. Em ji bang li tevahî gelê xwe û dostên xwe dikin ku xwedî li vê nasnameyê derkevin û bi hêz tevlî pêvajoyê bibin.”

DIBISTANAN BOYKOT BIKIN

KZP’ê diyar kir ku li ser van binhehan pêwîst e tevahî gelê me li dijberî pişaftinê, jinavbirina çand û ziman derkevin û got; “Di heman demê de bi şêwazekî pir bi hêz xwedî seknekê bin li dijber tevahî cûreyên qirkirina çandî . Ev rewş û pêvajoya şoreşê ya ku em dijîn dê gelê me bi berxwedaniyê ve ber bi serfiraziyê ve bibe. Em jî weke Komîteya Ziman û Perwerdehiya KCK’ê (KZP) tehavî gelê Kurd bang dikin ku polîtikayên dewleta faşîst yên ku bi sed salana ne li ser gelê me ferz kirine red bikin û li dijber derkevın. Li ser vî bingehî bang li tevahî gelê Kurd dikin da ku tevahî dibistanên pergalê yên ku weke biryargehên pişaftinê rol dileyzin boykot bikin û zarokên ku di van dibistanan de dixwînin li ser navê xwedîderketina li nasname û kesayatiya xwe bang dikin ku van dibistana red bikin. Dîsa bang li wan kesên ku di van dibistanan karmendin û mamosteyên ku dibin şirîkê tawanê mirovahiyê û amûrê sereke yên pişaftinê dikin da ku dev ji vê tawanê mirovahîyê û vî karê bê rûmet berdin.”

EM WEKE GELÊ KURD NAXWAZIN BI VÊ ŞERMÊ BIJÎN

Daxuyaniya KZP’ya KCK’ê wiha berdewam dike; “Ev navendên perwerde û fêrkariye bi sedan sale nasname û azadiya gele Kurd ji dest girtiye û ew bê nasname hiştine. Her mamoste û şagirdek bila awir li dora xwe vede û ji xwe bipirse; bê ka çi ji van dibistana fêr bûye û fêr kiriye, aşkere ye ku dê ji xwe şerm bike. Ger em weke gelê Kurd naxwazin bi vê şermê bijîn, ji îro û pê ve ji bo kesayetî û nasnameya azad pêwîst e em biryar bidin ku jiyaneke bi rûmet bijîn. Tawanê herî mezin yanê nedayina mafê perwereyê bi zimanê dayikê encax mirov dikare bi nêzîkatiyên faşîstane ve şîrove bike. Di van demen herî dawî de nezîkatiyên faşîzane yên ku ji aliyê hukumeta AKP’ê ve tên pêşxistin yek ji wan jî mijara 4+4+4 e. Bi vê nêzîkatiyê ve hekaretên mezin li civaka me kiriye û pergaleke perwerdeyê ya ku êrîşe li ser fikir û nasnameya azad dike û pêşdixe. Bi pergala 4+4+4 û dîsa zimanê Kurdî weke waneyên hilbijartî ferzkirin binpêkirina mafên mirovî ye û di heman demê de tawanê mirvahîyê ye.”

JI BO HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ BANGAWAZÎ

Mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafekî herî rewa û xwezayî yê hemû gelan e. Berpirsyariya bikaranîna vi mafî ne karê dewletan, berovajî kar û mafê gelan e. Ger dewletê bi tawanê xespkirina vî mafî ji dest girtiye, tawanbar kî dibe bila bibe pewîst e werin cezakirin. Em weke Komîteya KCK’ê di destpêke de bang li gelê kurd û tevahî gelên ku li Tirkîyeyê dijîn (Ermen, Aşûr û Çerkez hwd ) dikin ku xwedî li vî mafê xwe derkevin û li dijberî tevahî cureyên pêkanînên faşîzan ên dewleta Tirk helwest wergirin û berxwedaniyeke şoreşgerî pêş bixin.

NE BOYKOTEK DEMKURT E

Di vê pêvajoyê de tevahî gelê Kurd, bi taybet malbatên me yên welatparêz pêwîst e zarokên xwe neşînin van biryargehên îmha-înkar û pişaftinê. Di destpêkê de mamoste û tevahî karmendên di van biryargehande kar dikin neçin van dibistanan û xwedî li rûmeta xwe derkevin. Ev ne biryareke demkurt boykotkirina dibistana ye, bi giştî redkirina perwerdeya pergalê ye. Ev biryar ji dibistanên dayik bigirin, heta zanîngehan derbasdar e. Tevahî sazî, dam û dezgeh û saziyên sivîl di pêkanîna vê biryarê de berpirsyar in. Em di vê baweriyê dene ku dê gelê me u tavahî sazîyên peywendîdar hestyariya pêwîst raber bikin