Ji hunermendên Kurd bo parlementoya Alman name

Ji hunermendên Kurd bo parlementoya Alman name

Hunermendên Kurd ên ku li Almanyayê dijîn, ji Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Alman re nameyek şandin û xwestin daxwazên Kurdan ên di kampanyaya “Bila nasnameya Kurdan bê nasîn” a ku dê di 15’’ê cotmehê de Meclîsa Federal ji bo wê bicive, bên qebûlkirin.

Li ser navê hunermendan Memo Gul name ji Seroka Komîsyona Daxwaznameya a Meclîsa Federal a Alman Kresten Steinke re şand û got:

"Em hunermendên Kurd ên ji herêmên cûda yên Kurdistanê yên xwedî nêrînên cûda yên siyasî ne. Em piştgirî didin kampanayay bi pêşengiya YEK-KOM’ê hatiye destpêkrin. Em dixwazin ku daxwazên Kurdan ên ku dê di 15’ê cotmehê de ji bo wan civîn pêk bê, hemû endamên komîsyona daxwaznameyan û hemû parlementerên partiyan dengê erê bi kar bînin.

Naskirina nasmeya Kurdan tê wateya ku Kurd jî dê weke penaberên din bibin xwedî maf. Em dixwazin bînin bîra we ku ev daxwaz ên hemû Kurdan in. Ji ber vê jî em hêvîdar in ku hesasetiyat daxwazan li ber çavan bikirin û qebûl bikin. "

Hunermend, muzîkjen û komên mûzîkê yên ku îmze dane ev in: Xemgîn Bîrhat, Cewat Merwanî, Peywan Arjîn, Diyar, Alî Ikizer, Deniz Deman, Mehmet Yapistiran, Serhat Karakas, Memo Gul, Koma Siyabend, Kemal Ceylan, Merdan, Hekîm Sefqan, Sosin, Eylem, Sipan Xelat, Sîmar, Comert, Şiyar Munzur, Hozan Serdar, Şengul, Huseyin Ciftci, Mazlum Adibelli, Alî Ihsan Dogan û Alîn.