Ji hunermendan li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê bertek

Ji hunermendan li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê bertek

Dewleta Tirk piştî derxistina tezkereya li dijî Sûriyeyê, tezkereya operasyonên dersînor ên li hemberî Başûrê Kurdistanê jî dirêj kir. Hunermendan nerazîbûnek tund nîşanî vê helwesta şerxwaz ên hukûmeta AKP’ê dan. Hunermendan dan zanîn ku ew ê li dijî her du operasyonan jî derbikevin.

Polîtîkayên şerxwaz ên hukûmeta AKP’ê yên van demên dawiyê di rojeva cîhana hunerê de ye jî. Lîstîkvanên sînema û tiyatroyê nerazîbûn nîşanî vê helwesta AKP’ê dan. Hunermendên ji ANF’ê re axivîn, derxistina du tezkereyên ku di hefteyekê de ji aliyê Meclîsa Tirk ve hate derxistin şermezar kirin û gotin; “Heyf û mixabina ewladên me.”

DERYA ALABORA: POLÎTÎKAYA HUKÛMETÊ LI ŞÛNA ÇARESERIYÊ PIRSGIRÊKAN TÎNE

Lîstîkvan Derya Alabora diyar kir ku derdorên ku piştgiriyê didin polîtîkayên şer û hukûmeta AKP’ê ne di astek demokratîk de ne û got ku ev derdor li ser berjewendiyên pereyî dixwazin tevlî şerê li Rojhilata Navîn bibin. Alabora got; “Sûriye, qet û qet min eleqeder nake” û polîtîkayên polîtîkayên hukûmeta Tirk ên li hemberî Kurdan rexne kir; “Li şûna ku Kurdên li Tirkiyeyê bikarin fikirên xwe bi dengek bilind bêjin û xwe biparêzin, hema bêje pêşî li jiyana wan tê girtin. Ez bi hêvî me, lê em çareseriyê ji nêzîkbûna wê re bihêlin, bi tezkere, bi biryarên şer, bûyerên diqewimin rê li ber pirsgirêkên mezin vedikin. Divê êdî li welatê me dawî li zextan û hewldanên tunekirinê berdin. Tercîha me ne şer e, divê em aşitî û azadiyê çêtir bibînin.”

Derya Alabora da zanîn ku ‘rêbera/ê ku pirsgirêka Kurd çareser bike, dê navê wê/wî li dîrokê bê nivîsin” û got; “Ger yên ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin, dest ji ego û desthilatiya xwe berdin, dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ger bizanin dê ji kûrsiyên xwe bibin jî, lê divê aşitiyê pêk bînin. " Alabora bal kişand ser “nijadperestiya Tirk” û destnîşan kir ku pirsgirêka hezkirinê heye û got; “Ger ne wisa be, nexwe kî dikare bêje çima mirov ji ber ku tenê Ermenî an jî Kurd in tên kuştin?"

Derya Alabora wiha bang li civaka Tirk jî kir; "Heyf û mixabina zarokên me yên biçûk, kurên me. Divê ji ber vê yekê em li hemberî tundiyê rabin û daxwaza rawetandina şer bikin."

ORHAN ALKAYA: DEWLET DI ŞER DE ISRAR DIKE, LÊ KURD BI HÊZ DIBIN

Lîstîkvan û Derhêner Orhan Alkaya jî derxistina tezkereyê bi awayê ‘Hukûmeta AKP’ê di demên pêş de dest ji polîtîkayên xwe yên şerxwaz bernade’ û wiha axivî; “Ez tezkereyê weke xwederbirîna (îfadekirin) dewletê dibînim. Hemû polîtîkayên çaresernekirinê çiqas mirovan nerehet bike, ewqas dewletê rehet dike. Gava em li pêşiya xwe binêrin, divê em ne dewlet, divê em mirovan bibînin. Heta roja îro civaka Kurd hatiye dehfdan û qewirandin û tu çareseriyek pêk nehatiye. Lê tişta ku min dît ew e ku polîtîkayên şer Kurdan bi hêz dike.

Alkkaya bang li civaka Tirk jî kir û got; “Li welatê haritiyek heye. Helbet ev ne cara yekem e ku ev dînîtî heye. Di dîroka mirovahiyê de bê hejmar hate dîtin. Lê ez ji yên li welatê me re pêşniyar dikim ku wijdana xwe bi kar bînin û li wijdana xwe guhdar bikin. " AYÇA DAMGACI: YA KU XWEZA Û AJALAN QETIL DIKE DEWLET E!

Lîstîkvan Ayçca Damgaci jî da zanîn ku Tirkiye ne tenê di dema pesendkirina tezkereyên leşkerî de, her tim di nava şer de ye. Damgaci destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ew bawer nake ku şer bi dawî bibe û nerazîbûn nîşanî qedexekirina zimanê zikmakî yê Kurdan da. Damgaci destnîşan kir ku şer xwazayê jî wêran dike û got; “Hukûmetek ku ji bo welatiyên xwe geşedanê nayne, îro xwezayê wêran dike, her roj welatê xwe di tunebûnê de dihêle, niha jî civakê ber bi karesat û şeran ve dibe. Divê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.” Damgaci û got; “Jin, Kurdan, hevzayend, transseksuel, Ermenî, daristan, ajal bi qirkirinê re rû bi rû dihêle. Divê em li hemberî vê yekê bê deng menînin.”

MEHMET ALÎ ALABORA: EM Ê LI HEMBERÎ ŞER DERBIKEVIN

Lîstîkvan Mehmet Alî Alabora jî xwest ku li hemberî tezkereyên operasyonên dersînor ên li hemberî Sûirye û Başûrê Kurdistanê rabin. Mehmet Alî Alabora destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tenê rêbaza operasyonên çekdarî hatiye bikaranîn û xwest dewlet dest ji vê rêbazê berde. Alabora destnîşan kir ku yekane rêbaza nehatiye bikaranîn, rêbaza aşitiyê ye û got; “Divê em heta dawiyê heta dawiya şer li dijî vî şerî bin. Ligel vê jî divê em rê nedin tu qîreqîrên şer. Ez dikarim bêjim ku ev şer êşên pir mezin bi xwe re tîne.”