Ji Hunermenda rapê albûma 7 zimanî

Ji Hunermenda rapê albûma 7 zimanî

Hunermenda Kurd ya rapê Dezz Denîz albûma xwe ya bi zimanê Kurdî, Tirkî, Elmanî, Îngilîzî, Fransî, Hîndî û Erebî bigiştî ya bi 7 zimanî li Amedê da nasîn.

Hunermenda rapê Dezz Denîz albûma xwe ya ku bi temayê li dijî şer, madeyê hişber û îşkenceya li dijî jinê bi 7 zimana ya bi navê “Guherîn” da nasîn.

Dezz Denîz bilêv dike ku, wê di albûma xwe ya nû de cih daye stranên Kurdî, Tirkî, Elmanî, Îngilîzî, Fransî, Hindî û Erebî, her wiha stranên bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî yên Kurdî jî hene.

Dezz Denîz destnîşan kir ku, armanca wê di qasa navnetewî ya muzîkê de cihê xwe bigire û anî ziman ku, “Ez gelek keyfxweşim ku bi şêweyê xwe, bi Kurdî di cîhanê de yekem car pêşengtiyê ji hevalên xwe yên bi Hîp hop û rapê ve mijol dibin, bikim.”