Ji hunermend Zelal Gokçeyê yekem albuma solo

Ji hunermend Zelal Gokçeyê yekem albuma solo

Hunermenda Kurd Zelal Gokçe ku bi dengê xwe yê xweş reng dide stranên Kurdî, bi albuma xwe ya bi navê Solîn ve derket pêşberê mûzîkhezan.

Albûma Solîn a Gokçeyê ji Kom Mûzîkê derket. Di albûma ku rêbaza jiyanê, destan, klam, lorîn û evînên li Mezopotamya û Anatolyayê vedibêje, ji 11 berheman pêk tê.

Di albûma Gokçeyê de tevî stranên bi zaravayên Kurdî; Kurmancî, Soranî, Kelhûrî, stranên bi Ermenî û yek jî bi Tirkî heye.

Stranên di albûmê de cih digirin: Mendê, Debû Derave, Sînemê, Derê Emirxanê, Makhmur Axcig, Sewzalê, Kerr û Kulik, Aşıkların Sözü Kalır, Xerîbê, Kew, Bêhempa û Rezîl