Ji Ghobadî fîlmê li ser zarokên Şengal û Kobanê

Fîlmê Ghobadî yê bi navê "Jiyana li ser sînor" a çîroka 8 zarokên ji zilma DAIŞ'ê ji Kobanê û Şengalê reviyane û li kampan bicih bûne vedibêje, di Berlînale de hat nîşandan. Di fîlm de bal hat kişandin ser drama zarokên Kurd.

Fîlmê Ghobadî yê bi navê "Jiyana li ser sînor" a çîroka 8 zarokên ji zilma DAIŞ'ê ji Kobanê û Şengalê reviyane û li kampan bicih bûne vedibêje, di Berlînale de hat nîşandan. Di fîlm de bal hat kişandin ser drama zarokên Kurd.

Fîlmê "Jiyana li ser sînor" ê ji aliyê Bahman Ghobadî ve hat çêkirin, li Festîvala Fîlman a Berlînê hat nîşandan. Di fîlm de jiyana zarok û malbatên wan ên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojava, Sûriye û başûrê Kurdistanê li kampan bi cih bûne, tê vegotin. Yek ji aliyên balkêş ê fîlm jî ew e, fîlm ji aliyê zarokan ve hatiye kişandin.

LI KAMPAN HAT KIŞANDIN

Di fîlmê dokûmanter de, çîroka 8 zarokan tê vegotin. Zarokên bi navê Hazem Khodeideh, Basmeh Soleiman, Sami Hossein, Ronahi Ezaddin, Diar Omar, Delovan Kekha, Mahmod Ahmad û Zohour Saeid ên ji Kobanê û Şengalê erviyan û li kampan bi cih bûn, çîrokên xwe kişandin. Derhêneriya vî fîlmê ji aliyê Ghoadî ve hat çêkirin, Shaho Nemat kir. Fîlm li kampên Başûr û Bakurê Kurdistanê û li Kobanê hatiye kişandin.

Ghobadî bi vî fîlmî re wan rojên qewimîn careke din bibîr dixîne. Li aliyekî balê dikişîne ser komkujî û êşê, li aliyê din jî bêdengiya cîhanê rexne dike.

'BI HEZARAN ÇÎROKÊN DILŞEWAT HENE'

Piştî nîşandana fîlm Shaho Nemat bersiv da pirsên temaşevanan û anî ziman ku fîlm li 4-5 kampan di nava 8 mehan de hatiye kişandin. Nemat got, "Her roj em 8 saetan xebitîn. Me tenê fîlm nekişand, li her kampê em bi 30 zarokan re xebitîn. Me xwest sînemayê hînî zarokan bikin. Lewma me dersên senaryo, kamera, yên sînemayê dan." Nemat Da xuyakirin ku li kampan bi hezaran çîrokên dilşewat hene û got, "Ev dîmen û çîrok gelekî di çapemeniya cîhanê de hat weşandin. Me xwest zarok çîroka xwe bi xwe vebêjin. Me ev kir."

ZAROKAN NAME JI MERKEL RE ŞANDIN

Hazem Khodeideh, Basmeh Soleiman, Sami Hossein, Ronahi Ezaddin, Diar Omar, Delovan Kekha, Mahmod Ahmad û Zohour Saeid ku ji ber pirsgirêka pasaport û vîzeyê nikarîbûn tevlî Berlînale bibin, ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re nameyek nivîsandin. Nameya zarokan ji aliyê Shaho Nemat ve piştî bi dawîbûna fîlm hat xwendin.

...