Ji Farqînê heta New Yorkê Şampiyoniya Pîzza ya Cîhanê

Ji Farqînê heta New Yorkê Şampiyoniya Pîzza ya Cîhanê

Hakki Akdenîz ji Farqîna Amedê ye. Di zaroka xwe de her tim xebitiye û di salên 90’î de ku kuştinên kiryar nediyar zêde bûn de li Farqînê dima. Di sala 97’an de di 20 saliya xwe de çûye cem birayê xwe Qanadayê. Li wir dizewice. Dema serlêdana wî ya penaberiyê nayê qebûlkirin dişînin Amerîkayê. Bi rojan li derve maye. Piştre xebitiye û pereyê qezenc kiriye dukanek vekiriye. Niha li New Yorkê li navenda Manhattan çaremîn dikana xwe ya pîzza vedike.

Bi heqê xwe 15 sal şûnde welatîbûna DYA’ê girt û em wî li Amedê dibînin. Hedefa wî ya herî mezin ew e li Amedê dibistana Pîzza vebike.

8 CARA LI DYA, 3 CARAN LI CÎHANÊ BÛYE ŞAMPIYON

Hakki Akdenîz 8 caran bûye şampiyonê DYA û 3 caran jî bûye şampiyonê cîhanê. Akdenîz çîroka wiha vegot: “Ez ji Badikan a Farqînê me. Bavê min erebeya hespan dixebitand. Du hevserên wî hebûn. Me her tim kuştinên kiryar nediyar ditîdin. Ez bû şahidê kuştinên gelekan. Ne yek ne du ne jî sê.. Min şîranî difirot. Em xizan bûn. Demekê ed di dukan lehmacun de xetibim. Ji ber wê destê min hînê hevîr bibû.

19 saliya xwe de çûm cem birayê xwe Qandayê. Li wir ligel birayê xwe ez di dukana pîzade xebitim. Ez ji bo bibim welatî bi jinek Qanadayî re zewicîm. Kurekî min çêbû navî wî min Serhat lê kir. şevekî bi ser mala me de girtin ez derveyî sînor kirim û şandim Amreîkayê.”

Akdenîz diyar dike ku wî li New York pir zehmetî kişandiye û di nav şert û mercên giran de jiyaye û wiha got: “Ez li derve radizam. Xwarina min jî derdorê dida. Rojekê hinekê tirk li ber min derbas bûn. Ez çûm cem wan. Min got ez kesê nas nakim ji min re bibin alîkar. Alîkarî dan min. ez birim cem kesekî. Wî kesî jî ji min re got tu paqjiya avahiyê bike. Ez di bodruma avahiyê de radizam. Kurê min û hevsera min carekî hatin serdana min. Piştre min di dikaneke pîzayê de ji xwe re kar dît. Heftane 700 dolar didan karkean. Lê ez qaçax bûm 300 dolar didan min. Mine w pere jî hevsera xwe û kurê xwe re dişand.”

Rojekê derhênerê kovara PMQ tê dikana wan û dibêje ew pêşbirkekî organîze dikin û tu bi xwaze tevlî bibe. Hakki li wir dibêje pereyê min tune û ez nekarim desturê ji cihê kar bigirin. Li ser vê midûr destûra wÎ digire û tevli pêşbirkê dibe.

Hakki Akdenîz wiha dibêje: “Di sala 2006’an de tevli bûm. 90 kes tevlî pêşbirkê bûn. Ez bûm 87’emîn lê dîsa midûr ez pîroz kirim. Min nezanibû pêşbirk bi çar biranşan e. Di pêşbirka din de ez bûm 3’emîn. Di heman salê de li Orlondo jî ez tevli pêşbirkê bûm û di çar beşan de ez bûm yekemîn. Piştre ez tevlî hemû pêşbirkan bûm. Ez 8 caran bûm şampiyonê DYA û 3 caran jî şampiyonê cîhanê.”

Hakki hêj 34 salî ye. Li taxa Manhattan a New Yorkê dukana xwe ya yekemÎn di 2009’an de vekir. Ya duyemîn 2010’an û û ya çaremîn jî îsal dê vebike.