Ji derhênerên Frensî filmê 'Ez Kurdim'

Ji derhênerên Frensî filmê 'Ez Kurdim'

Promiyera filmê bi navê “Ez Kurdim” ê ku ji aliyê derhênerên Frensî Antoine Laurent û Nicolas Bertrand ve hatiye kişandin di 6’ê Îlonê de pêk tê.

Promiyera film dê li berbajara Bagnolet a Parîsê, di salaon Cin'Hoche de pêk bê. Antoine Laurent û Nicolas Bertrand di belgefilma kişandine de nasnameya Kurdan a ku li Tirkiyeyê tê înkarkirin û bindestiya gelê Kurd tîne ziman.

Di film de sê jin dileyîzin, Fîdan, Agenl û Asli. Du ji vana Kurd in û yek jî Tirk e. Bi van karekteran hemû rengînî, yekitî, wêrekî û hewldanên Kurdan ên ji bo serkeftinê tîne ziman. Di portreya film de tê gotin “Ji bilî berxwedanê tu rêyek din nameye.”

Di pênaseya film de gotina “Berxwedan navê din ê jiyanê ye” ya nivîskar-rojnamevanên Kurd Mûsa Anter ê ku hate kuştin balê dikişîne ser xwe.