Ji bo pirtûk û nivîskarê hovitiya Zîndana Amedê vegot ceza

Ji bo pirtûk û nivîskarê hovitiya Zîndana Amedê vegot ceza

Nivîskarê Kurd Îrfan Babaoglu ji ber pirtûka bi navê "Auschwîtz'den Diyarbakır'a 5 Nolu Cezaevi" (Ji Auschwîtz ber bi Amedê ve) ji Weşanxaneya Aramê derket, bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" salek û 3 meh cezayê girtîgehê girt. Babaoglu, bertek nîşanî ceza da û diyar kir ku pirtûka pêvajoya girtîgehê vegot tên darizandin û ev yek nakokî ye.

Nivîskar Îrfan Babaoglu ji ber pirtûka bi navê "Auschwitz'den Diyarbakır'a 5 Nolu Cezaevi" ya ku hovitiya Zîndana Amedê ya di navbera salên 1980-84'an de vedibêje bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" cezayê girtîgehê lê hate birîn. Pirtûka berî referandûma 12'ê hezîranê hate çapkirin, der barê çapa pêşî de tu lêpirsîn nehate vekirin, lê der barê çapa duyemîn de 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz vekir.

Di rûniştina 29'ê gulanê ya biryarê de dadegehê ji Nivîskar Îrfan Babaoglu re ji ber ku di pirtûkê de behsa kesên dest bi rojiya mirinê kirin û gotinên wan ên di dadgehê de gotin û gotina ji bo 53 kesan "Ez wan bi rûmet û hurmet bi bîr tînim" salek û 3 meh cezayê girtîgehê bir.

DER BARÊ PIRTÛKÊ DE JÎ DOZ Û LÊPIRSÎN

Îrfan Babaoglu, diyar kir ku pirtûk di pêvajoya nîqaşên makezagona nû û darizandina Derbeya 12'ê Îlonê de derket û wiha got: "Di rojnameyan de têkildarî wê demê de nûçeyan cih digirt. Bi me re jî gelek rojnamegeran hevpeyvîn pêk anîn. Min ji biryara tiştên wê dê li wir qewimîn, binivîsim da. Çapa yekemîn di demek kin de xelas bû." Babaoglu, anî ziman ku çapa duyemîn piştî hilbijartinê pêk hat û wiha axivî: "Di pêvajoyeke gelek operasyonên siyasî pêk dihat bû. Di wê demê de der heqê pirtûkê de lêpirsîn hate destpêkirin û pişt re doz hate vekirin. Ji dadgehê helwesat ceza bide derket holê."

JIDILIYA JI BO AZADIYA RAMANÊ!

Babaoglu, cezayê li pirtûkê hate birîn wiha nirxand: "Ev yekê hem li hemberî pirtûkê ceza ye hem jî nîşaneya azadiya reman tuneye ye. Girtîgeha Amedê bi îşkence û komkujiya tê nasîn. Di pêvajoyeke, pêvajoya girtîgehê tê darizandin pirtûkî wê pêvajoyê vedibêje tê darizandin nakokiyeke gelek mezin e. Heke 12'ê Îlonê şaş be û darbekar tên darizandin wê demên gotinên mexdurên wê demê rewa ne. Di rewşek wisa de ceza tê dayîn nîşaneya di darizandina 12'ê Îlonê de samîmî nin in e. Nîşaneya di mijara azadiya raman û demokrasiyê de jidilî nîn in e."

Komeleya Piştgirî û Lêkolîna 78'an a Amedê têkildarî mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku bi vî cezayî di darizandina 12'ê Îlkonê de samîmî nîn in nîşan dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku darizandina darbekaran xapandina pêvajoya siyasî ye û wiha hate gotin: "Em dixwazin li Tirkiyeyê hemû pirsgirêk bi prensîbên demokrasiyê bên çareserkirin. Lê hinek hêz vê yekê naxwazin."