Ji bo Kurdên li Ewropayê banga seferberiya Kurdî

Ji bo Kurdên li Ewropayê banga seferberiya Kurdî

Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî ya li Almanyayê, niha jî ji bo pêşxistina zimanê Kurdî qonaxeke nû ya bi 4 pêngavan, amedakariya kursên Kurdî ên ji bo hemû beşên civakê dike.

Rêveberiya Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê ya li Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amadikariya seferberiya fêrbûn û pêşxistina Kurdî dikin. Di daxuyaniya bi sernavê, "Malbat, dê û bav, zarok, ciwan û xwendekarên zanîngehan!" de pêşketinên di warê zimanê Kurdî de yên li çar parçeyên Kurdistanê bi berfirehî hatine analîzkirin û pêwistiya destpêkirina seferberiyê ya li ser bingehê 4 pêngavan hatiye bilêvkirin.

Têkildarî girîngî û kûrahiya zimanê Kurdî de wiha hate gotin: "Di roja me de zimanê Kurdî yek ji çar zimanan e ku herî zêde li Rojhilata Navîn tê axaftin û li tevahiya cîhanê jî di nav 30 zimanên sereke de cîh digire. Kurdî, zimanekî kevin û qedîm e, dewlemend e û ji kûrahiya dîrokê tê. Ji serdema Hurrîyan ji serdema Medan ve wek Zimanê Avesta (Zimanê Med-Medya) hatiye û gelek qonax derbas kirine û gihiştiye îro."

STÊRKA KURDÎ GEŞ DIBE

Rêveberiya Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê ya li Almanyayê di daxuyaniya xwe de rewşa zimanê Kurdî ya li beşên Kurdistanê jî analîzkir û wiha hate goti: "Li Iraqa îro zimanê Kurdî, duhemîn zimanê fermî ye. Xwendina bi Kurdî ji dibistanên seretayî heta bi zanîngehê li dar e û di giş sazî û daîreyên Başûr de zimanê Kurdî serdest e. Bi sedan kovar, bi dehan rojname, bi sedan pirtûk, albûm û hwd. bi Kurdî derdikevin. Li rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî dikeve çax û banga xwe û di her aliyê jiyana rojane de dibe zimanê fermî, zimanê xwendin, nivîsandin û perwerdê. Li Îranê Zimanê Kurdî bi avayekî fermî herçendî tê nasîn jî belê di jiyana rojane de tim bi asteng û qedexeyîyan re li himberê hev e."

'ZIMAN NETEWEBÛN E'

Di daxuyaniyê de bi taybetî li ser rewşa bakûr hate rawestîn, hewldan, xebat û israr a ji bo rakirina înkarê û pêşxistina zimanê Kurdî wiha hatin rêzkirin: "Li Bakurê Kurdistanê ji sala TZPKurdî ango Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî hatiye damezrandin û bi vir de zimanê Kurdî, cihê xwe fireh dike û li ser riya naskirin û qebûla fermî ye. Wekî din, hejmara kanalên televîzyonên satelîtî bi çend zaravên Kurdî; wek Kurmancî, Soranî û Zazakî di navçeyeke fireh de têne temaşekirin. Ev hemû encamên têkoşîn û xebatê û berxwedanên neteweyî ne. Kurd îro ji her car zêdetir dizanin bê ka zimanê zikmakî, zimanê dê û bav çend girîng e û di vî warî de bûne xwediyê hişmendiyeke têra xwe li pêş. Israra siyasetmedarên Kurd di bin navê dadgeha KCK de têne darizandin ji bo zimanê Kurdî, îsbateke vê hişmendiyê, hezkirin û xwedîderketina li zimanê zikmakî, zimanê dê û bav e. Hezkirina zimanê Kurdî bi giş diyalekt û zaravayên xwe îro ji her car zêdetir e di nav Kurdan de û Kurdên Bakur û Başûr, Kurdên li vî alî û li wî aliyên sînor hev baştir fêm dikin û ji her demê neteweyîtir diramin."

XABATÊN ZIMAN ÊN LI EWROPAYÊ

Rêveberiya Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê xebatên ji bo ziman ên li Ewropayê jî bi bîr xistin û ragihand ku li Ewropa jî ji sala 1995'an û bi vir ve kampanyên zimanê Kurdî li dar dikevin. Di daxuyaniyê de bang li Kurdên li Ewropayê dijîn hate kirin ku li Zimanê xwe wedî derkevin û ev bang hate kirin: "Pêwist e, her kes destpêkê di malbatê de, piştre li sûk û bazarê, li komelan û di saziyan de bi Kurdî biaxivin. Ji bîr nekin ku siberoja zimanê me, man û nemana zimanê me bi çend tiştan ve girêdayî ye: ew jî axaftina bi ziman, nivîsandina bi ziman û perwerdeya bi ziman e."

'DERFETÊN BAŞ HENE'

Înstîtûta Kurdî ragihand ku ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî vê demê derfet û îmkan baştir in. Her wiha hate ragihandin ku di vî alî de Înstîtûtuya Kurdî, Yekîtiya Mamosteyan amade ne kursên ziman û perwerdeyeke bi Kurdî li dar bixe. Têkildarî mijarê jî ev bang hate kirin: "Bi vê bang û ragihandinê em dixwazin pêşî silav û rêzên xwe pêşkêşî malbat, ciwan û zarokên navçeya Hagenê bikin û duhem jî we malbatên hêja serwext bikin ku em wek Înstîtûta Kurdî bi giş îmkanên xwe di xizmeta we de ne."

Înstîtûta Kurdî ragihand ku kesê dixwaze zimanê Kurdî fêr bibe bila serî li Înstîtûta Kurdî, li Komela Kurd a Hagenê bide. Hat ragihandin ku li gora hejmara serlêderan, temen û asta xwendina wan, têkilî û serwextiya wan ya zimanê Kurdî, wê kurs bêne organîzekirin û ev yek jî bi van 4 pêngavan hate formûlekirin:

- Pêngava zarokan

- Pêngava ji bo kesên bi Kurdî nizanin û nikarin bi Kurdî bixwînin û binîvisînin.

- Pêngava kesên dikarin bi Kurdî bixwînin belê nikarin binîvisînin.

- Pêngava kesên hem bi Kurdî dixwînin û hem jî dinîvisînin belê dixwazin rastnivîs û giramera xe baştir bikin.