Ji bo Komedyenê Kurd Ozz Nûjen Xelata Aşitiyê

Ji bo Komedyenê Kurd Ozz Nûjen Xelata Aşitiyê

Komeleya Aşitiyê ya Swêdê ku kevitirîn rêxistina aşitiyê ya cîhanê û li Îskadinavyayê ya herî mezin e, Xelata Aşitiyê ya sala 2012 da Komedyen û hunermendê Kurd Ozz Nûjen. Biryar di kongreya 129’emîn a rêxistinê de bi raya giştî re hat aşkerekirin.

Komeleya Aşitiyê ya Swêdê ragihand ku Nûjen ji bo aşitî û humanîzmê hunermendeke girîng e û ji ber ku di henekên xwe de rastiyên firotina çekan, ezeztî û reşbîniyê yên ku mirovan nerehet dike tîne ziman hêjayê Xelata Aşitiyê hatiye dîtin.

Nûjen diyar kir ku ew bi girtina vê xelata aşitiyê serbilind e û diyar kir ku cîhanek aşitî neke armanca xwe nabe hêvî. Nûjen diyar kir ku dê cîhanek çek lê hatine qedexekirin hêviyê bide mirovan. Nûjen diyar kir ku ew pê keyfxweş e ku beşek mezin a gelê Swêdê li dijî hinartina (îxracat) çekan e.

Nûjen destnîşan kir ku ew ji ber sedemên polîtîk di 8 saliya xwe de ji Tirkiyeyê hatiye Swêdê û bal kişand ku her çendî ewqas sal derbas bûn, lê hîna jî bi şer û çekan bersivê didin daxwazên Kurdan ên ji bo aşitî û demokrasiyê.

XELATÊ JI DALKURD RE ŞAND

Nûjen xelata bi bihayê 5 hezar kronî, ji tîma fotbolê ya Kurdan DalKurd re şand. Nûjen bersiv da pirsên me û diyar kir ku gava mirov li şêniya Swêdê binêre, di warê firotina çekan de di rêza yekemîn a welatên cîhanê de ye.

Nûjen nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkaya înkarker a dewleta Tirk da û bal kişand ku hikûmta AKP’ê daxwazên herî xwezayî yên weke zimanê zikmakî jî qebûl nake û got ku çareseriya birsgirêkê ne bi bombebarankirina Kurdistanê , bi muzakereyan çareser dibe.