Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji bo Hewldana Alliano ya binketî Xelata Mîrasê ya Çandê ya YE’yê

Ji bo Hewldana Alliano ya binketî Xelata Mîrasê ya Çandê ya YE’yê

Xelata Mîrasên Çandî ya Yekitiya Ewropa/Europa Noastra ya ji aliyê Komîsyona Ewropayê û Euorppa Nostra ve tê dayîn, hêjayê Hewldana Allianoi ya ji bo rizgarkirina bajarê dîrokî û kevnar Allianoiyê têdikoşe hat dîtin.

Di merasima xelatê ya li Manestira navdar a Jeronimosê de ji berdevkên Hewldana Allianoiyê Ustun Bîlgen Reinart û Dr. Ahmet Yaşar xelatê wergirtin.

Yaşar destnîşan kir ku niha Allianoi bi mantiqê “tê parastin, di bin 10 metre avê de ye û tê qirkirin” û wiha axivî; “Min dixwest ku Allianoi bi rastî jî bihata parastin û em jî bi awayeke pir cûdatir bihatana vir. Wê demê dê hemû cîhan pesnê me bidaya. Ji bo min xelatek bi êş bû. Xelateke wiha Ewropa dibîne, wana dengê me bihîst û xelatek wiha hêjayê me dîtin.”

Yaşar got; “Allianoi mîna zarokê min ê duwemîn bû û 12 ez ji bo wê têkoşiyam” û diyar kir ku ew ji ber vê xelata ku ji ber vê têkoşîna 12 salan wergirtiye hem keyfxweş û hem jî xemgîn e.

Hewldana Allianoi di sala 2004’ê de ji bo parastina yek ji bajarên saxlem ên Romayê Allianoyê ya ku di bin bendava Yortaliyê de ma, hat avakirin. Demek dirêj ji bo parastina vî bajarî di warê civakî û hiqûqî de hewl dan.

GER PARÇEYEK DIN A AXÊ DI BIN AVÊ DE BIMÎNE ÇI DIBE!

Wezîrê Hawirdorê yê Tirk ê wê demê Veysel Eroglû der barê Allianoiyê de wiha gotibû; “Ez nizanim, ez dîrokzan im, lê ne arkelolog im. Ên dikolin, berhemên dîrokî derdixin, em in. Evane jixwe dibin axê de bûn. Em ê vir biparêzin. Jixwe ger bendavê temenê xwe tije kir, em dikarin careke din derbixin. Ger ji serdema Romayê mabe, ma çi dibe çend sedsalên din jî di bin axê de bimîne.”