BI DÎMEN

Ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî banga tevlîbûnê

Sekreterê Giştî yê Kurdî Derê Aydogan ji bo çalakiyê Cejna Zimanê Kurdî banga tevlîbûnê kir û got, "Zimanê me rûmeta me ye, em xwedî li rûmeta xwe derkevin."

Zimanê Kurdî bi salan di bin zexta dewletê de tine hat hesibandin. Celadet Elî Bedirxan ji bo Kurdî alfabeyek amade kir û bi rêk û pêk kir. Celadet Elî Bedirxan ê ji bo zimanê Kurdî alfabe û pîvanên rastnivîsê diyar kir, di 15'ê Gulana 1932'an de li Sûriyeyê li sirgûnê kovara Hawar weşand. Hawar ji ber ku kovara destpêkê ya bi Kurdî ye, di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e. 15'ê Gulanê roja weşandina kovarê jî ji sala 2006'an û vir ve li tevahiya Kurdistanê weke 'Cejna Zimanê Kurdî' tê pîrozkirin.

'RÊYA HERÎ XURT A PARASTINÊ, AXAFTIN E'

Sekreterê Giştî yê Kurdî Derê Nûrî Aydogan ji ANF'ê re peyivî û got, "Weke ku tê zanîn ziman, yekane şahidê hebûna neteweyan e. Neteweyên ku zimanê xwe winda dikin, di demeke kurt de hişmendiya xwe ya netewebûyînê jî winda dikin û tine dibin. Mixabin dîrok bi mînakên vê dagirtî ye. Ji ber vê yekê, ji bo parastina şahid û sembola Kurdbûyîna me, divê em zimanê xwe yê dayikê biparêzin û berpirsyariyên xwe yên di vî warî de bi cih bînin.

Aydogan got, "Rêya herî xurt a parastina ziman, axaftin e" û destnîşan kir, ku divê di jiyana rojane de bi zimanê dayikê were axaftin û hewl bê dayîn ku zarok bi zimanê dayikê werin perwerdekirin.

DI NAVBEAR 10-15'Ê GULANÊ DE WÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

Sekreterê Giştî yê Kurdî Aydogan diyar kir, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wê bi çalakiyan bê pîrozkirin û got, "bi pêşengiya Amed Kurdî Derê, ji 10'ê Gulanê heta 15'ê Gulanê wê çalakî bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de wê ji girtiyên siyasî re qert bên şandin, şano û fîlm bên nîşandan, muzîk, pîknîk, lîstikên ji bo zarokan, panel û meş bên lidarxistin. Em bang li her kesên ji aliyê zimên ve hesas in dikin ku destekê bidin çalakiyê me. Zimanê me rûmeta me ye, em xwedî li rûmeta xwe derkevin."