Ji bo 16’emîn Mihrîcana Çanda Kurdan a Îskandinavyayê bang

Ji bo 16’emîn Mihrîcana Çanda Kurdan a Îskandinavyayê bang

Kurdên li welatên Îskandinavya Swêd, Norwec, Denmark û Fînlandiyayê dijîn, dê 15’ê Îlonê roja şemiyê bedşarî mihrîcana li semta Solna ya paytexta Swêd Stockholmê bibin.

Di mihrîcana bi dirûşima “Heta azadiya Ocalan berxwedana bê dawî” de dê Hevserokê PYD’ê Salih Mislim, Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş, Parlementerê Partiya Çepgir a Swêdê Jacob Johnson, Seroka Koma Şaredariya Stockholmê Ann-Margereth Livh û nunerên partiyên siyasî yên Swêdê beşdar bibin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî ji ber zêdebûna kar û xebatên wan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê nikare beşdar bibe, dê bi rêya peywendiyeke zindî beşdar bibe û ji gelê Kurd ê li Îskandinavyayê re biaxive.

Di mihrîcanê de Ciwan Haco, Nejmeddin Xulamî, Seyidxan, Ali Mansur, Erol Berxwedan, Chopy û Fîdan dê derbikevin ser dikê.

Her wiha gera otobûsê ya ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” di 8’ê Îlonê de ji bajarê Mannheima Almanyayê dest pê kir, roja çarşemê gihişt bajarê Helsinborga Swêdê. Gera otobusê, dê di 13’ê Îlonê roja pêşşemê bpiştî xwepêşandana dê saet di 10.00 de li Qada Stortergetê bê lidarixstin, biçe Goteborgê. Piştî xwepêşandana dê saet di 15.30 de li qada Gustav Aldof a Goteborgê bê lidarxistin, dê saet di 19.00 de beşdarî civîna gel a li Komeleya Jinên Kurd a ji bo Entegrasyonê ya li Goteborgê bibin.

Hat diyarkirin ku otobus dê piştre biçe bajarên Gävle û Uppsala beşdarên çalakiyê dê li van bajaran beşdarî xwepêşandanan bibin. Xwepêşandana li Gävleyê dê 14’ê îlonê roja înê saet di 13.00 de li qada Stortorget Meydanında, û ya li Uppsalayê jî dê di heman rojê de saet di 16.00 li Qada Vaksala li dar bikeve. Çalakgerên otobusê dê 15’ê îlonê roja şemiyê saet di 17.00 de beşdarî 16’emîn Mihrîcana Çandî ya Kurdan a li Îskandinavya ya ku dê li Sonla Hallenê bê lidarxistin bibin.

Di dema mihrîcanê de dê di çarçoveya kampanyay ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin de, îmze bêne berhevkirin.

Seroka Konseya Kurdan a Swêdê Ayşe Goktepe, diyar kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd zêde bûne, lê li hemberî vê yekê berxwendana li Şemizînan û Çelê gihiştiye asta herî jor. Goktepe bi bîr xist ku wezîfeyek mezin dikeve ser mile Kurdên li Ewropayê dijîn û bang ku di 15’ê îlonê roja şemiyê saet di 17.00 de beşdarî 16’emîn Mihrîcana Çandî ya Kurdan a li Îskandinavya ya ku dê li Sonla Hallenê bê lidarxistin bibin.