Ji 1’ê Îlonê ve li dijî 19 dibistanan êrîş pêk hatin

Ji 1’ê Îlonê ve li dijî 19 dibistanan êrîş pêk hatin

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji destpêka perwerdeya salên 2012-2013 ve 19 dibistan li rastî êrîşê hatin. Yek ji vana ji ber ku şewitî perwerdeya wê hate rawestandin. Herî dawî li Qoserê dibistanek li rastî êrîşek hat.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, Dibistana Seretayî ya Sitki Turkoglû ya li taxa Ersoylûyê di 7’ê cotmehê de li hate şewitandin. Li gorî agahiyên ji herêmên hatine bidestxistin, komek ciwanan bi boneya protestokirina komploya navneteweyî ya 9’ê cotmeha 1998’ê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, agir berdane vê dibistanê. Ciwanan li ser dîwarê dibistanê “tohildan” nivîsandin.

Piştî şewitandina dibistanê polîsan taxê dorpêç kirin û piştî lêkolîna di dibistanê de pêk hat, lêpirsîn hate destpêkirin.

Gelê Kurd li hemberî polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Tirk ên li hemberî ziman û çanda Kurdan, banga boykotkirina dibistanên li gelê Kurd tê kirin. Ji 1’ê îlonê heta niha herî kêm 19 dibistan ji aliyê kesên nenas li rastî êrîşan hatin. Gelek dibistan hatin şewtiandin û gelek jî rastî êrîşên bi bombeyên deng hatin û hinek jî camên wan bi keviran hatin şkandin. Ji ber şewitîna dibistanan, perwerdeya hin ji van dibistanan ji bo demekê hatin rawestandin.

Di 1’ê cotmehê de li hin kesên nenas agir berdan Dibistana Seretayî ya Fatîh Sûltan Mehmet a li taxa Yenî Mahalle ya Colemêrgê. Dibistana 3 qat ji ber şewatê êdî bi kêrî kranînê nayê û navber dan perwerdeya dibistana ku 371 xwendekar lê dixwend.

Êvara 26’ê îlonê li navçeya Sûra Amedê, li jî Dibistana Amadeyî ya Îmam Hatîp a Alparslan êrîşek pêk hat. Di encamê de cam hatin şkandin û maseyên dibistanê hatin şewitandin. Dibistan di nava agir de ma û alavên dibistanê êdî bi kêrî karanînê nayên.

Di 22-23’yê îlonê de, li bajaroka Bajargê ya navçeya Gevera Colemêrgê, dibistana seretayî ji aliyê hin kesên nediyar ve hate şewitandin. Di dibistanê de ziyana madî çêbû.

Di 20-21’ê îlonê de li gundê Altinsû yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Ataturk ji aliyê hin kesên nenasn ve hate şewitandin. Her çendî agir di demek kurt de hate vemirandin jî, lê dibistan êdî kêrî karanînê nayê.

Di 18’ê Îlonê de, di saetên danê êvarê de li navçeya Cizîra Şirenxê bombeyên deng gavêtn gelek dibistanan û camên dibistanan hatin şkandin. Li Taxa Nûrê dibistanên seretayî yên Menderes, Metîn Bostanci û Cûmhûriyetê li rastî êrîşên bi bombeyên deng hatin. Li taxa Cûdîyê jî dibistana ku nû hatibû çêkirin li rastî êrîşê hat û camên wê bi temamî hatin şkandin.

Di şeva 10’ê îlonê de li taxên Zap, Oremar, Cumhuriyet û Cûdî yên Şirnexê bombebeyên deng avêtin gelek dibistanên seretayî.

8’ê îlonê, di saetên danê êvarê de li Amedê bombe avêtin dibistanên seretayî yên Akîf Emre û Fevzî Çakmak.

Di 6’ê îlonê de li navçeya Gever a Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Ataturk a li Taxa Yeşîldereyê li rastî êrîşa bi mototofan hat. Di dibistanê de ziyana madî çêbû.

Di 1-2’yê îlonê de li navçeya Silopî ya Şirnexê li taxên Başak û Cûdî dibistanên seretayî yên Suleyman Demîrel û Sevgî li rastî êrîşên hemwext ên bi molotofan hatin û di dibistanan de şewat derket.

Di şeva 1’ê Îlonê de li navçeya Cizîra Şirnexê bombeya deng avêtin Dibistana Amadeyî ya Ataturk