II. Festîvala Filman a Amedê sînoran dibihure û digihêje gel

II. Festîvala Filman a Amedê bi dirûşmeya “Sînemaya Bêsînor” gihişt gel. Di Festîvalê de ku gel bi eleqeyek mezin pêşwazî kir, sînemeya Kurd û filmên ku li ser navê tevahî gelên Rojhilata Navîn hatî kişandin, digihêje temaşekeran.

Piştî girtina Hevşaredarên Amedê û tayînkirina qeyûman, cara yekem e aktîvîteyek hunerî hate lidarxistin. Gel bi eleqeyek mezin II. Festîvala Filman a Amedê pêşwazî kir. II. Festîvala Filman a Amedê dihat plankirin ku meha Mijdarê bê lidarxistin, lê ji ber atmosfera neyênî ya siyasî pêk nehatibû. I. Festîvala Filman a Amedê sala 2012’an bi desteka Şaredariya Bajarê Mezin a DBP’î hatibû lidarxistin. Piştî qeyûm hat tayînkirin, îsal bi pêşengiya Akademiya Sînemeyê ya Rojhilata Navîn û bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin. Komîteya Festîvalê, biryar girt ku li şûna desteka ji şaredariyên bi qeyûman hatine desteserkirin bigirin, bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr re li dar bixin.

Gel bi eleqeyek mezin xwedî li festîvala ku di şertên cuda de hat lidarxistin derket. Di festîvalê de ku domahiya 3 rojan wê filmên metrajên dirêj û kurt bigihêjin gel, filmên etnîkî û çandî li pêş in. Bi armanca destekdayina festîvalê, li navendên mîna Stenbol, Roma, Kibrisa Bakur, Îzmîr û Enqereyê jî domahiya 3 rojan bi navê Festîvala Fîlman a Amedê fîlm tên pêşandan. Di festîvalê de hevpeyvîn, panel hatin lidarxistin, sînorên sînemeyê hatin derbaskirin û welatî bi derhêneran re civiyan.

PERDEYEK CUDA YA DI NAV DAGIRKERÎ Û MÊTINGERIYÊ DE

Ji Komîteya Amadekar a Festîvalê Çinar Dogan, got festîval di nav şertên zor û zehmet de tê lidarxistin, destnîşan kir ku ev ne festîvalek klasîk a fîlman e û got; “Em filman di demek normal de û filmên tê zanîn pêşkêş nakin. Em filmên ku jiyana gelê herêmê vedibêjin digihînin gel. Em berxwedan û parvekirinê esas digrin. Ji ber vê ye ev eleqe û xwedîderketina mezin.” Dogan diyar kir ku ev festîval di van şertan de xwedî girîngî ye û got; Em bi perdeyek cuda ya din av dagirkerî û mêtingeriyê de xwe digihînin gel. Li aliyekî, ev rexneya vê pêvajoyê ye. Li vê erdnîgariyê tevahî zindî di bin dagirkeriyê de ne.”

LI ATMOSFEREK HEPSÎ AKTÎVÎTEYEK ALTERNATÎF

Dogan ragihand ku festîval tenê li Amedê nayê lidarxistin û got; “Li gelek navendên mîna Îzmîr, Enqere, Stenbol, Roma û Kibrisa Bakur jî ji bo destekê film tên pêşandan. Esas, festîvalê xwe bi cihekî sînordar nekir û veguherî aktîvîteya piştevaniyê. Li aliyê din jî, nehişt şertên zor me mehkûm bike. Me jî sînor derbas kirin û li her derê pêşandan kirin.” Dogan, îfade kir ku festîval li atmosfereke hepsî aktîvîteyek alternatîf e, der bir ku qadek alternatîf a hevpar û nîqaşê afirandine.

ŞERTÊN ZOR BÛ SEDEMA DERKETINÊN XURT

Dogan diyar kir ku ji ber qeyûm hatin tayînkirin û îradeya gel hat binpêkirin, film ne li salonên sînemeyê yên şaredariyan, li şaxên rêxistinên civaka sivîl tên pêşandan û got; “Bûyerên heyî, em anîn wê astê ku bi qeyûm re nexebitin. Lê, şertên zor bû sedema derketina xurt. Mekanên gel êdî ji bo gelek armancî tên xebitandin. Di şertên zor de be jî be bi paş ve gav navêt.